Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome

img
AMED - Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker têkildarî delegasyona navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku serdana Amedê kiribû anî ziman ku dê têkoşîna wan a hevbeş bidome û got: "Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe.”
 
22 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi kompleyeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, agahî nayên girtin. Her wiha ji sê kesên din yên li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dimînin Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî agahî nayên girtin. Bi vê re serîlêdanên malbat û parêzeran, bi hinceta “cezayê dîsîplînê” tên redkirin. Wezareta Dadê, serîlêdanên Buroya Sedsalê, Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parêzer û siyasetmedarên Ewropayê yên ji bo hevdîtinê bêbersiv dihêle. Ji bo tecrîd bê rakirin û malbat û parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê di navbera 25-28’ê Çileyê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi malbatan, partiyên siyasî û saziyan re hevdîtin pêk anîn. Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê, hatina delegasyonê û pêvajoya piştî delegasyonêpirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. Şeker got ku dê li Tirkiye û Ewrûpayê têkiliyên şandeyê berdewam bin.
 
Em dikevin sala 24’emîn a komploya navneteweyî. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê 22 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdan bi hinceta "cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Pergala tecrîda Îmraliyê gihiştiye kîjan qonaxê?
 
Rewşa ku ev 24 sal in nayê bihîstin, divê weke kûrbûna komploya navneteweyî ya di sala 1998’an de dest pê kir bê nirxandin. Komploya navneteweyî di sala xwe ya 24’an de bi hemû bandorên xwe hê jî didome. 22 meh in newergirtina agahiyan jî divê weke berdewamiya komployê bê nirxandin. Ji ber ku ji destpêkê ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê li ser birêz Ocalan rejîmeke taybet tê pêkanîn û bi 'qanûneke' taybet re rû bi rû maye. Mixabin ev rewşa heyî di sala 24’an a komployê de bi hemû aliyên wê yên navneteweyî bi destê dewleta tirk didome.
 
Rewşa li Îmraliyê, bi qanûnê dikare were diyarkirin?
 
Di gelek raporên me de û di serlêdanan de ku me kirine û di daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parve kiriye de, me gelek caran bal kişand ser wê yekê ku rewşa heyî nikare di nav rêgezên hiqûqê de bê eşkerekirin. Îro jî divê ev yek bê gotin. Ev êdî ji axaftina me derbas dibe. Ez wek hiqûqnasekî dibêjim ku ev pêvajo nikare di çarçoveya hiqûqê de bê nirxandin, lê hemû pêkanînên dewletê jî bi xwe îdia kirine ku hemû rêgezên hiqûqî yên heyî dijhiqûqî ne û dewlet li gorî tu rêgezên hiqûqî tevnagere. Di destûra bingehîn a dewleta tirk de, di qanûna ceza ya dewleta tirk de û di rejîma înfazê de, tu car bi demeke ev qas dirêj bi qedexe û cezayên dîsîplînê hevdîtina parêzer û girtiyan nehatiye astengkirin. Rêziknameyeke wisa tune. Ji ber ku rêziknameyeke wiha tune ye, meşrûtiyeke cuda dide dewletê ku di rewşa xwe ya îroyîn de qanûnîbûna xwe nîqaş bike. Ji ber ku ev yek nîşaneya wê ye ku dewletê pergala tecrîdê weke rejîmeke rêveberiyê xistiye meriyetê. Birêz Ocalan ev 22 meh in bi tu awayî bi malbat û parêzeran, bi komîteya siyasî, bi komîteya navneteweyî re hevdîtin nekiriye. Her wiha ji sala 2015'an vir ve tu hevdîtinên parêzeran bi her 3 girtiyan re çênebûne. Em ne bi sîstem, avahî û statuyekê re mijûl in ku em bikaribin Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind di nav normeke qanûnî de binirxînin. Ji ber vê yekê ne hişmendî, ne exlaqî û ne jî hiqûqnasî nikarin bibêjin ku dewlet di rewşa heyî de qanûnê bi cih tîne.
 
 
Li Guantanamoyê ne statuyek heye, ne hiqûq heye, lê di van şert û mercên wê de jî, di çarçoveya mafê parastinê de hevdîtinên parêzeran pêk tên. Lê li Îmraliyê, li cîhanê sîstemeke bêhevta tê meşandin. Pergaleke ku dewlet birêz Ocalan bi temamî ji cîhanê îzole dike û rê li ber têkilî û axaftinên wî yên bi derve re digire.
 
Serlêdanên OHD'ê û gelek saziyên hiqûqê hebûn. Siyasetmedaran jî serlêdan kirin. Lê wekî ku tê dîtin, serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv tên hiştin. Hûn bêdengiya Wezareta Dadê ya di vê mijarê de çawa şîrove dikin?
 
Di nava 2 salan de bi hezaran parêzer li Tirkiyeyê û cîhanê serlêdan kirin. Bi dehan sîyasetmedar ji bo wê serlêdan kirine. Dîsa bi sedan serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bê bersiv man. Li tu derê cîhanê sîstemeke wisa tune ye. Carna em Girtîgeha Îmraliyê wek Guantanamyê ya bê statu dihesibînin, lê yek ji ferqên bingehîn di navbera Guantanamo û Girtîgeha Îmraliyê de ew e ku her çi qas li wir bê statu jî bû, mirov dikaribû li ser navê dadgehê li wir danûstandinan bike. Li wê derê ne statuyek heye, ne hiqûq heye, lê di van şert û mercên wê de jî, di çarçoveya mafê parastinê de hevdîtinên parêzeran pêk tên. Dema em tên ser tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê, li cîhanê sîstemeke bêhevta tê meşandin. Pergaleke ku dewlet birêz Ocalan bi temamî ji cîhanê îzole dike û rê li ber têkilî û axaftinên wî yên bi derve re digire. Ji ber ku Wezareta Dadê bêdeng dimîne û serlêdanan bêbersiv dihêle, nîşaneya wê yekê ye ku mijar ji Wezareta Dadê wêdetir e. Di sala 2019'an de Wezîrê Dadê yê girêdayî hikûmeta AKP'ê yê tayînkirî gotibû, "Tu astengiya hiqûqî ya hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re nîn e." Ev daxuyanî ji aliyê dewletê ve di asta herî bilind a hiqûqê de hat dayîn. Lê dema em ji sala 2019'an heta sala 2023'an dinêrin, tu hevdîtinên parêzeran çênebûne. Di dema pandemîyê de bi rêzdar Ocalan re li ser rêya telefonê hevdîtinek pêk hat. Ev yek bi gotina ‘hevdîtin bi însiyatîfa Wezareta Dadê hatiye kirin’ nayê şîrovekirin.
 
Dema Mandela di girtîgehê de bû, tu astengî li ser hevdîtinên wî yên bi parêzeran re tune bûn. Bi rastî di cîhanê de mînakeke vê pergalê tune ye. Bi van pêkanînên dewletê re derdikeve holê ku dewlet xwedî nêzîkatiyeke tam keyfî, bi temamî polîtîk e û wî weke kesayetek siyasî, Rêberê Gel dinirxîne. Divê em bizanin ku hinek têgehên ku tên bikaranîn ji aliyê me ve nehatine çêkirin. Ev têgeh, bi pratîkên dewletê ve derdikevin holê. Dewletê gotina tecrîd, rejîma hiqûqa taybet û vegotina qanûnên taybet xistiye nava vê lîteraturê. Bi milyonan kesan ji bo birêz Ocalan bi kampanyayên îmzeyan ên 'Rêberê me yê siyasî, Rêberê me ye' serlêdan kirin, îmze dan û daxuyanî dan. Dewlet û civakê jî qebûl kiriye ku Ocalan kesekî taybet e. Ji ber vê yekê jî dewlet nêzîkbûnekî cuda nîşan dide. Ev nêzîkbûn bi tu awayên hiqûqî nayê pênasekirin. Em wisa difikirin ku divê civaka navneteweyî ji vir şûn de vê mijarê çareser bike. Em jî bi vî rengî dixebitin.  
 
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Amed, Stenbol û Enqereyê serdan kirin û têkilî danîn. Heyet wê xebateke çawa bi rê ve bibe?
 
Her wiha divê were destnîşankirin ku ev heyet çawa hatiye avakirin. 355 parêzerên li Ewropayê ji Wezareta Dadê re name şandin û diyar kirin ku dixwazin 'tecrîd bi dawî bibe û bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin'. Hin endamên heyetê li Stenbolê bi daxuyaniyekê, bi fîzîkî serî li Wezareta Dadê dan û bang kirin. Di heman demê de van parêzeran piştgirî dabûn serîlêdana 775 parêzerên Tirkiyeyê û dest nîşan kiribûn ku ew li ba parêzeran in. Carna di çapemeniyê de jî derdikete holê ku dê xebatên vê pêkhatiyên navneteweyî berdewam bikin û ‘bi çalakiyên cuda ew ê ji bo bi dawî bûna tecrîdê bi hempîşeyên xwe yên Tirkiyeyê re hemû rê û rêbazan bi kar bînin’ nîkaş dikirin. Di vê çaçoveyê de delegasyona bi 30 parêzer, 2 rojnameger û 4 siyasetmedaran  pêk hatibû, di navbera 25-28’ê çileyê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi gelek partiyên siyasî û saziyan re danûstandin kirin. Serdana Yekinînin Baroyên Tirkiyeyê (TBB)’ê kirin. Ji Wezareta Dadê randevû xwestin lê wezaretê bersiv ne da. Xwestin bi Partiya Gel a Komarî (CHP)’ê re hevdîtin bikin, lê CHP’ê randevû ne da. Ev yek nîşaneya vî tiştî ye ku heyet naxwaze tenê were û bi hin saziyan re hevdîtinê bike. Xwestin bi hemû beşên civakê re hevdîtin bikin, ji bo ku fêm bikin ka dê kê di çareseriya vê pirsgirêkê de muxatab bibînin an jî tecrîd ji bo civakê tê çi wateyê û ji aliyê hiqûqî ve li ku derê ye. Perspektîfa bingehên ev e ku tecrîd ji bo gelên Tirkiyeyê tê çi wateyê, çima hewceyî bi dawî bûna tecrîdê heye û bi hiqûqî çi tê kirin. Ji ber ku bi baroyan re, li herêmê, bi partiyên siyasî yên kurd re hevdîtin hatin kirin. Armanca delegasyonê ew bû ku di cih de meselê bibîne, piştî dîtina meselê jî di pêvajoya siberojê de çawa serlêdanên cuda bê kirin û mekanîzmayên çawa dê bên xebitandin û di van mijaran de hevkariyek çawa dê were çêkirin bû.
 
 
Hêzên navneteweyî yên di vê komployê de cih girtine, di rastiyê de beşek ji CPT yan jî KE’yê ne. Mirovên ji wan welatan li vir bûn. Êdî ew ê karibin vê pêvajoyê li welatê xwe baştir rave bikin.
 
Piştî van nirxandin û hevdîtinan delegasyonê di 28’ê :ileyê de li Stenbolê forûmek hevpar pêk anî. Çavderên her sê heyetan çavderî û tespîtên xwe bi raya giştî re parve kirin û piştre nîqaşên dê siberojê de rêyekî çawa bê şopandin kirin. Encamnameyek jî hate parvekirin. Delegasyonê bang li dewletan kirin û gotin ku hewce ye Dewletên Ewropayê û yên mafên mirovan diparêzin ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavên xwe ji bêhiqûqiya Tirkiyeyê re negirin, îlkeyên mafên mirovan, îlkeyeke gerdûnî ye û pêwîste van îlkeyan nekin qûrbaniyên tu berjewendiyan. 
 
Kesên ku ji Romayê hatine, dema vegeriyan li Baroya Romayê daxuyaniyek dan û çavderiyên xwe parve kirin. Dê li Cenevreyê û hinek cihên din jî nîqaş werin kirin. Em jî dê bi wan re di nava têkiliyê de bin û em ê nîqaşa hewce ye çi bê kirin, berdewam bikin. Hêdî hêdî nexşerêya me teşe digire. Ev hevkariye dê ji bo demeke dirêj be. Em ê ji bo ku vê pêvajoyê çawa bi dawî bînin û bi hev re di rêyekî hiqûqî de çawa bimeşin di nava hewldanan de bin. 
 
Endamên delegasyonê, di forûmê de ku li Stenbolê hatiye lidarxistin çavderiyên xwe yên der barê tecrîdê de ragihandin. Girîngiya hewldanên navneteweyî yên li dijî pergala hiqûqê ya Îmraliyê û rewşa tecrîdê çi ye?
 
Mijara tecrîdê, mijareke piralî ye. Komploya navneteweyî îro hê jî berdewam dike. Pêwîst e ku ev pergala tecrîdê baş bê gotin ku hêzên di nava vê kopmloyê de cih digirtin bên teşhîr kirin. Hewce ye pêkanînên Tirkiyeyê baş bên vegotin. Delegasyonê ev tişt bi safî diyar kir: ‘Ev tiştên li vir ji bo me cuda tên gotin. Me îro mijar çi ye xweştir dît. Ji bo gelan birêz Ocalan tê çi wateyê, gotin û pergala wî tên çi wateyê, polîtîkayên Tirkiyeyê yên tecrîdê di asta hiqûqî û siyasî de teqabulê çi tên me fêm kir. Ji bo me derfetên çavdêrîkirineke baştir çêbû.’ Divê şandeyên navneteweyî li welatên xwe yek bi yek diyar bikin ku li Tirkiyê sîstema tecrîdê heye, ev neqanûnî ye, di qanûnên Tirkiyê de cihê wê tuneye. Divê delegasyon, daxuyaniyên derew yên Wezareta Dadê û di bersivên wê yên ji bo DMME, NY'ê an jî KE'yê de agahiyên derew bi xwe tespît bike. Jixwe ew jî li ser vê esasê li vir bûn. Dema hatin vir dîmenek zelaltir a pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê di hêşê wan de ma. Em dizanin ku lêkolînên ku ew ê li welatên xwe bikin, raporên ku ew ê biweşînin, gotarên ku ew ê binivîsin, wê bi agahdariya rasttir bikin. Di vê xalê de divê li vir girîngiya heyetên navneteweyî bê zanîn.
 
 Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe.
 
Hêzên navneteweyî yên di vê komployê de cih girtine, di rastiyê de beşek ji CPT yan jî KE’yê ne. Mirovên ji wan welatan li vir bûn. Êdî ew ê karibin vê pêvajoyê li welatê xwe baştir rave bikin. Ew ê ji bo ku di welatên xwe de refleksekê bidin çêkirin, mekanîzmayên serîlêdanê yên encameke herî baştir bi xwe re bîne bi kar bînin. Em jî nîqaşa ku em ê çawa di nava vê  mekanîzmaya serîlêdanê de cih bigirin, dikin. Dibe ku em bang li CPT bikin, dibe ku em bi wan re serîlêdanê ji bo AK’ê yan jî BM’yê bikin, dibe ku bi wan re li welatên cuda yên Ewropayê semîner, panelan li dar bixin. Heke ev tiştên min gotin encamekê bi xwe re bîne em ê bikin. Ji ber ku mixabin ev pêvajoye tenê bi serîlêdanên hiqûqnasên Tirkiyeyê ber bi encamê ve naçe. Bêencam mayîn a biryarên bin pê kirina di sala 2014’yan de yan jî biryar nedayîna AİHM’ê ya serîlêdanên 2014’yan mînaka herî şênber e. Serlêdanên ku em dikin û pêvajoyên ku em dimeşînin têrê nakin. Lewma pêwîste civaka navneteweyî di vî warî de bi berpirsyarî erka xwe bilîze. Em ê bi van heyetan, parêzeran re, saziyên xwe û baroyên xwe tevlî vê pêvajoyê bikin û bi rê û rêbazên ku zêdetir encam bide em ê li dijî vê pergalê têbikoşin.
 
Têkilî û xebat dê bidomin? 
 
Têkoşîna me ya hevbeş dê bidome. Em ê hewl bidin ku bi wan re rêyekê peyda bikin. Em ê ji bo mezinkirina vê hevkariyê, ji bo mezinkirina van komîteyan her tiştê ku ji destê me tê bikin. Em bawer in ku wê piştgirîya me bikin. Em ê di asta navneteweyî de têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û her tiştê pêwîst bikin da ku ev pêvajo bi dawî bibe. Bêguman hevalên me jî dê bi me re bin.
 
MA / Bazîd Evren - Mujdat Can

Sernavên din

07/02/2023
21:05 Ji 5 partiyên siyasî bo erdhejê danezana hevpar
20:57 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:48 Rewşa dawî ya veguhestinê ya li herêmên erdhejê
20:43 Girtiyên li Girtîgeha Mereşê xwestin bên neqilkirin
20:40 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:37 Jinên girtî piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
20:27 Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo Semsûrê hatine şandin bi têrî nakin
20:17 Koordînasyona Krîza Erdhejê ya HDP’ê banga seferberiyê li gel kir
20:13 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 5 hezar û 434’an
20:10 Doza Kobanê hat taloqkirin
20:04 Sancar li Hatayê ye: Dewlet tune, rûxandin heye
19:30 MED TUHAD-FED: Divê Wezareta Dadê bi berpirsiyariya xwe rabe
19:01 Alikariya HDP’ê hat astengkirin
17:05 Rojnamevanan asteng dikin û gefê li mexdûrên erdhejê dixwin
17:00 Daxuyaniya UNESCO'yê ya der barê berhemên dîrokî de yên bandor ji erdhejê girtine
16:55 Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
16:47 Malbata Şenyaşarê ji ber erdhejê navber da çalakiya xwe
16:44 Tîm tune ne ji navçe û gundan agahî nayên girtin
16:43 Ji bo Şehbayê banga ‘ambargoyê rakin’ hate kirin!
16:35 Otêlan deriyên xwe bo mexdûrên erdhejê vekirin!
16:32 Parlementerê AKP'ê Taş ê di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da
16:31 Birîndarên li Hatay, Osmaniye û Islahiyeyê sewqî Mêrsînê hatin kirin
16:29 Li Apartmana Işikê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi makîneyên kar tên kirin
16:14 Li hinek avahiyên Sergolanê xebatên lêgerînê piştî 30 saetan dest pê kirin
16:02 Rojnamevan Volkan Pekal hat binçavkirin
16:01 Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe
15:47 Semsûrî ber bi walîtiyê ve meşiyan: Qey hîç rehma we tune ye?
15:33 Şandeya DBP’ê û HDP’ê li Bazarcixê ye: Dewlet di bin kavilan de maye
15:32 Lîsteya kesên li Amedê birîndar bûne
15:23 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştevaniyê bang kir
15:22 Li Îzmîr û Wanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî tê komkirin
15:13 Şandeya HDP’ê li ber avahiyên hilweşandî yên Amedê serdana gel kir
15:12 Li 10 bajarên erdhej lê çêbûye OHAL hate ragihandin
15:00 Li Îskenderûnê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 30 saetan dest pê kirin
14:54 Tîmên ku li Meletiyê kavilan rakin tune ne!
14:43 Li Şirnexê ciwanekî bavê xwe kuşt
14:29 Berteka Semsûrê: Du roj in kes nehatiye, bin kavilan tije cesed in
13:38 Dîrektorê Giştî yê DSO’yê: Em ji bo herêmên agahî jê nayên girtin bi fikarin
13:25 Li Amedê kesên jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
13:24 Partiyên siyasî li Wanê banga piştevaniya mexdûrên erdhejê kirin
13:08 Li Bazarcixê zêmar olan didin!
12:53 Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê dimirin
12:52 Berteka ji bo îdiaya Erdogan ku gotibû 'AFAD xwe gihandiye wan': Wêne girtin û çûn
12:24 AFAD piştî 17 saetan çû ser kavilan
12:17 Oktay: Di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:05 Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye
11:46 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe
11:23 Ji HDP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê
11:21 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e
11:12 Li navenda erdhejê rewşa dawî: Cenaze di bin kavilan de li benda derxistinê ne
11:09 Ji Kizilayê îdiaya erdhejê: Pêwendî bi hemû herêman re hat danîn
11:03 Roja duduyan a erdhejê: Bi milyonan kes şeva xwe li derve derbas kirin
10:53 Gelek welatan tîmên xelaskirinê şandin herêmên erdhejê
10:37 Ji ber erdhejê li sûrên Amedê hezaz çêbûye
10:34 Li Amedê gel heta serê sibê li derve bû
10:20 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 381'ê
10:16 Piştî her erdhejê heman manzere: Plana master a erdhejê nîne
10:02 Meletî: Em bi tenê hatine hiştin
09:41 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:10 Li Sergolanê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2023'YAN
02:48 Nîviya Islehiyeyê tune ye!
02:41 Madenvanên ji Somayê çûn herêma erdhejê
02:04 Serokê Odeya Bijîşkan a Semsûrê yê berê Ayaz jiyana xwe ji dest da
01:53 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 379 kes
01:37 71 kesên di erdhejê de birîndar bûn birin Enqere û Stenbolê
01:30 Ji RTUK û emniyete daxuyaniya erdhejê
01:10 Li navenda erdhejê du kes bi saxî hatin rizgarkirin
01:00 Li Amedê 2 kes ji bin xerabeyan hatin rizgarkirin
00:55 Li Semsûrê welatî di bin kavilan de mane: Xebatên rizgarkirinê tune ne
00:21 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 2 hezar û 316 kes
00:12 Hejmara kesên li Amedê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 49'an
00:12 Li Amedê 117 navendên kombûn û bicihbûnê hatin diyarkirin
00:01 Xelkê Hatayê: Miriyên me jî û saxên me jî di bin kavilan de ne
06/02/2023
23:19 Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn
23:14 HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye
22:44 AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:37 Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin
21:52 Madenvan diçin herêma erdhejê
21:39 Bendava Sûltansûyûyê piştî erdhejê tê valakirin
21:38 Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da
21:18 Nûçegihana JINNEWS’ê Yildiz hate girtin
21:05 Koca: Di erdhejê de hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:58 DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene
20:55 Li Hatayê 520 kesan jiyana xwe ji dest da
20:43 Li Mêrdînê di 15 avahiyan de xesar çêbûye, 4 avahî hatin valakirin
20:13 Ji Azerbaycan, Çekya û Îngîltereyê daxuyaniya alîkariyê
20:06 Li Golbaşiyê mal nema ye ku xesar nedîtibe
19:39 Nûçegihanên MA’yê li navenda erdhejê ne: Tu xebat tune ne, gel bi mirinê re rû bir û hatiye hiştin
19:31 Seroka Partiya Demokrat Oneren ji bin xerabeyan hate derxistin
19:17 Li Rihayê avahiyek din jî hilweşiya
19:14 Biden fermana alîkariyê da
18:54 Hejmara miriyan zêde bû
18:09 Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin
17:59 Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya
15:59 Herêma Kurdistanê petrola ji bo Tirkiyeyê dişand da sekinandin
15:53 Li Meletiyê tîmên lêgerîn û rizgariyê di bin kavil de mane
15:34 Parlamenterê CHP’î: Li Hatayê AFAD tune ye, cenazeyên me li erdê ne
15:06 Meclisê hefteyek navber da xebatên xwe
15:06 Miduriyeta Girtîgehan: Li girtîgehan mirî birîndar nînin