Li bazarê 10 kes li fiyetan dipirsin kesek dikire
- aborî-ked
- 09:15 06/7/2018
Ji ber krîza aborî êdî li bazaran tişt ne bi kîloyan bi xiraman tên firotin. Bazarvanan, destnîşan kir ku 10 kes li fiyetan dipirse, kesek tenê dikire.
Ji ber krîza aborî êdî li bazaran tişt ne bi kîloyan bi xiraman tên firotin. Bazarvanan, destnîşan kir ku 10 kes li fiyetan dipirse, kesek tenê dikire.
Seroka Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku qezayên karî yên karkerên demsalî cinayetên karî ne û karker bi wesayîtên ku ji trafîkî tên menkirin û ji dêvla 25 kesan 40-50 kesî li wan tên siwarkirin û veguhastin.
Kartol bi bihayên xwe zêde û îthalatê ji rojevê nakeve. Cotkarên kartolan jî bi gazin in. Mahmut Keskînlî yê kartola datîne got ku ji ber pirsgirêka bazarê hilberîn di destê wan de dimîne.
Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Hezîranê de herî kêm 149 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û di 6 mehên ewil ên salê de jî 907 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Aborîzan Ozgur Muftuoglû diyar kir ku ji ber ku desteka ji bo cotkaran hat qutkirin û ji ber ku piyase ketiye destê bazirganên serbest fiyetê petat û pîvazan biha bûye. Muftuoglû destnîşan kir ku dibe ku di sektora zexîre de pirsgirêkên cidî rû bidin.
Li Geverê piştî Zozanê gundê Serdeştê hat qedexekirin, buhayê kirêya zozanan 2 qat zêde bû. Koçerên ku zozanên wan hatin qedexekirin, neçar man ji bo 40 rojan bi 20 hezar TL zozan kirê bikin. Welatiyên ku 3 salin heman rewşê dijîn xwestin qedexeyên zozanan bi dawî bibe.
Li Edeneyê karkerê Sûriyeyî ku ked sîtila fabrîqeya veguhertina malên plastîk, bi awayekî dilêş jiyana xwe ji dest da.
Aborîzan Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku êdî hefsarê aboriyê ji dest derketiye û got: "Bi faîzeke evqas zêde ne veberhênanî û ne jî îstihdam ne pêkan e."
Profesorê Îktisata Enstîtuya Teknolojiyên Massachusetts (MIT) û Îktisatvan Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî rewşa aborî diyar kir ku Tirkiye di qada aborî de bi rîska serberjêriya şit ve rû bi rû ye. Acemoglu, da zanîn ku pirsgirêkên aboriya Tirkiye binyadî ye û di demek nêzîk de nayê çareserkirin.
Li Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Krîza aborî li Edeneyê, atolyeyên tekstîlê yên bi dolaran dixebitin, paqij kirin. Nêzî 2 hezar atolyeyên li Edeneyê heyîn, ket bin hezarî. Xwediyê atolyeya tekstîlê Nuretîn Ay ê 12 salin karê tekstîlê dike, diyar kir ku tişta dibe bi dikandarên biçûk dibe.
Li Wanê ji ber kukîloya kayê bûye lîre û nîv, sewalvan ji bo heywanên xwe xweyî bikin dest bi dirûtina giya kirin.
Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozana Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.
Aborîzan Erol Katircioglû diyar kir ku ji ber krîza aborî dê di demeke nêz de polîtîkaya qaqyîşjidandinê têkeve rojevê û hikûmet dixwaze fatûreya krîzê ne li kesên ku zêde qezenc dikin, lê li kesên xebatkar bibire.
Derya Koçak ku bi hinceta "bêîtaatiya kar" ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat avaêtin, 8 roj in li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.