Cotkar: Êdî em îdare nakin
- aborî-ked
- 08:52 24/6/2018
Cotkarên li Kazanliya Mêrsînê karê serayê dikin, yeko yeko dev ji kar berdidin. Serokê Yekîtiya Hilberîneran Tansel Îzgî got: "Di salên dawî de toxim ji sedî 130-140 zem xwar. Toxim bûye 3 lîre. Maliyeta donimekê 6 hezar lîre ye. Naylon bûye 20 lîre. Êdî em nikarin îdare bikin."