Bijîşkan tundî şermezar kirin
- aborî-ked
- 14:18 20/7/2018
Odeya Bijîşkên Rihayê, bertek nîşanî êrîşa li ser Bijîşk Bahattîn Ahmet Yalçin ê ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat da û got: “Em dixwazin tedbîrên astengker û rast bên girtin.”
Odeya Bijîşkên Rihayê, bertek nîşanî êrîşa li ser Bijîşk Bahattîn Ahmet Yalçin ê ji aliyê xizmên nexweşekê ve pêk hat da û got: “Em dixwazin tedbîrên astengker û rast bên girtin.”
Denîz Ercellat ê hosteyê yemeniyan ku li Dîlokê dijî pîşeya ji bavê xwe fêr bûye bi eşqek mezin karê xwe dike û ji ber kes eleqeyê nîşanî yemeni nade di nav derdkêşiyê de ye.
Li navçeya Yataganê di qenala sewqkirina komirê ya santrala termîkê de hezan pêk hat û 11 karker birîndar bûn.
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku piştî Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm bi Serokomariyê ve hat girêdan, êdî Serokomarî dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike.
Li Dîlokê ji ber maddeyê sifir biha dibe, karê sifirkeriyê jî ber bi tunebûnê ve diçe. Esnafên ku sifirkeriyê dikin, diyar kirin ku sifir biha distînin û berhemên ku dineqişînin û teşe dikin nayê firatin û di destê wan de dimîne.
Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin. Bazarvanan, diyar kirin ku li gorî salên derbasbûyî bûhayê hemû tiştan 3 qat giran bûne.
Ji bo avdaniya zeviyan li gelek deveran bi pêşxistina teknîkê re amûrên nû ketiye meriyetê. Li hin herêman jî bi pergala berê avdanî tê kirin. Li Farqînê karkerên avdaniyê ku zeviyên garis av didin, diyar kirin ku ew heqdestê keda xwe nastînin.
Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungordu, diyar kir ku piştî ji kar hat avêtin bûye hedefa Şaredarê Zeytînbûrnu Murat Aydin wiha got: "Di demên dawi de rastî gefên cîddî têm. Gefên 'Em li ser stuyê te n, li xwe baldar be' têm."
Karkerên firmaya kozmetîkê ya Flormar ên bi hinceta xwestine bibin endamê sendîkayê û ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin ji 15’ê gulanê vir ve li ber fabrîkayê çalakiya xwe dewam dikin. Karkeran got: “Ne em bila patron bitirsin. Em jin bixwazin em ê bi ser bikevin.”
Greva karkerên di înşaeta Esenyurt a Zanîngeha Beykent de kar dikin û nikarin pereyên xwe bistînin, tevî firmaya taşeronê li avahiya navenda zanîngehê berdewam dike. Karkeran bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin.
Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6 derbas kir. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê, 3 mîlyon û 86 hezar bêkar mane.
Karkerên di înşaeta Wargeha Esenyûrt a Zanîngeha Beykentê de dixebitin, ji ber heqdestê xwe nastînin dest bi grevê kirine. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kir fîrmaya taşeron jî tev li çalakiya grevê bûn. Rayedarê fîrmaya taşeron, diyar kir ku bi mehan e ji fîrmaya sereke pere nedane û ji ber vê yekê nikare pereyên karkeran bide wan.
Cotkarên fistiqên Rihayê wek zarokên xwe li darên fistiqan dinêrin. Cotkaran diyar kir ku ji ber barîna zêde ya baran û teyrokê keda wan vala çûye û dewletê kêm piştevanî daye wan.
Ji ber ku krîza aborî, piştevaniya ji bo cotkaran kêm e, mazot û tiştên din ên pêwîstiya ji bo çandiniyê buha dibin cotkar rojên herî dijwar û tengezar dijîn. Li Farqînê cotkarên garis diyar kirin ew zerarê dikin û sala bê dê dest ji çandiniya garis berdin.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, bal kişand ser polîtîkayên rejîma nû ya aboriyê û wiha got: "Ev rejîm dê di demek pir nêzîk de Tirkiye têxe neqeba bêserî. Heta ku di vê hişmendiyê de guhertin çênebe ev krîza aborî rast nabe û ev çerx nazîvire."