Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
- ciwan
- 15:58 03/12/2022
Ciwanên di komxebata bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Pêşeng Ber Bi Civakeke Azad Ve” hate lidarxistin de hatin gelhev, herkes vexwendin ku di bin banê MXD’yê de bibin yek.
Ciwanên di komxebata bi dirûşmeya “Bi Ciwanên Pêşeng Ber Bi Civakeke Azad Ve” hate lidarxistin de hatin gelhev, herkes vexwendin ku di bin banê MXD’yê de bibin yek.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di Komxebata Asayî ya 1’emîn a Meclisa Ciwanan a HDP’ê de axivî û got: “Ciwanên rêxistnkirî hêza berxwedanê ya li dijî tecrîd, dagirkerî, kîmyasal û faşîzmê ye.”
Ciwanan li Seyhanê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê bi nivîsên li ser dîwaran, şermezar kirin.
Komek ciwanan li navçeya Bagcilarê bi meşekê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç ku li ser îfadeyên şahid Kezban Kuday hatibû girtin û 6 meh in di girtîgehê de ma, hate taloqkirin.
Xwendekar Abdûrrahîm Dûrmûş ê li Zanîngeha Stenbolê bi hevalên xwe re rastî êrişa nijadperest hat wiha got: “Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin.”
Meclisa Xwendekaran a Demokratîk diyar kir ku li Rojava ya êrişî wê tê kirin şoreşa jinan ji aliyê gelên cîhanê ve hate pejirandin û wiha got: “Kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ ev gotin di qirika wan de man.”
Li Eskîşehîrê di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk hatin binçavkirin.
Ciwanên ku di Komxebata Îzmîrê ya Meclisa Xwendekarên Demokratîk de hatin bahev, diyar kirin ku bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin.
Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li dij, tiryakê bang li ciwanan kir, got: "Gava ciwan bên cem hev û li dijî tiryakê serwext bibin û bi çand û dîroka xwe zanibin dê vê pergalê birûxînin."
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Budak ku bi îdiaya “perwerdeya îdeolojîk dide” hatibû girtin, hat berdan.
Ciwanan li dijî polîtîkayên desthilatdariyê, bihabûn û teqîna li Cadeya Îstîklalê meşek li dar xist û wiha gotin: “Em ê rê nedin planên kaotîk ên desthialtdariyê yên di dema hilbijartinê de.”
Xwendekarên ODTU’yê bi mebesta şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, dewleta kujer dê hesabê bide” daliqand.
Ciwanên ku bertek nîşanî konsera di sponsoriya qeyumê Cizîrê de were lidarxistin dan, diyar kirin ku bi konsere ne moral dayîna mirovan, pişavtin tê armanckirin.
Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi bîr xistin ku PDK'ê dest danîbûn ser maskeyên bo gerîlayên HPG/YJA Starê diçûn û wiha gotin: "Bi van maskeyan hewl didan xwe ji êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê biparêzin lê PDK'ê dest danîn ser. Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin."