Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
- polîtîka
- 14:45 28/12/2022
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hatibû girtin û Partiya Şoreşger ji bo piştevaniyê çû serdana DBP’ê.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir hatibû girtin û Partiya Şoreşger ji bo piştevaniyê çû serdana DBP’ê.
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Nûrten Uzumcuyê anî ziman ku êrişên li ser partiya wan ji bo hilbijartinê ne û got: "Nîşaneya serkeftinê ku hevserokê me yê giştî Bayindir di dema binçavkirinê de çêkir, nîşaneya têkoşîna hevpar e."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku kurd ji berê ve bi zilm û zora dewletê re rûbirû dimînin û got: “Gelê kurd yek ji wan gelan e ku tevî hemû polîtîkaya tasfiyeyê jî vejîna xwe bi ser xistin e.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye dijminatiya kurdan û bang li Wezîrê Dadê kir ku pêşî li hevdîtina parêzeran veke.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha bang li partiyên muxalîf kir: “Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê û dîzaynkirina pêvajoya hilbijartinê, şandeyekê ava bikjin û ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdanê bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe ya bajarê Manîsayê de axivî û destnîşan kir ku divê sedem û hesabên siyasî yên li pişt Komkujiya Parîsê demildest were eşkerekirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Êlihê de axivî û anî ziman ku ev îktidar sînor nas nake û bi her awayî êrişî gelê kurd dike û got: “Îktidar bi girtin, binçavkirin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike.”
Meclisa Bajar a HDK’a Mêrsînê bi tevlibûna gelek kesan rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Nisêbînê kongreya xwe li dar xist. Gulser Yildirim a parlamentera HDP’ê ya berê got: “Ji bilî têkoşîne wek din tu rê nîne.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervin Buldan û Mithat Sancar êrişa li Parîsê şermezar kirin û vê bangê kirin: “Divê rayedarên Fransayê demildest qetlîamê ronî bikin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û hevserokên bajaran da û diyar kir ku dê ev êriş negihîjin armanca xwe û çûyîna îktidara AKP-MHP’ê bileztir bûye.
MYK’a HDP’ê li dijî êrişên ser DBP’ê banga piştevaniyê kir û wiha got: “Nîşaneya serkeftinê ku dema Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dihate binçavkirin kir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e.”
Jinên siyasetmedar ku betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê weke êrişa li dijî destkeftiyên jinan nirxandin wiha gotin: “Biryarê nas nakin. Semra Guzel hem vîna me hem jî hevrêya me ye.”
DBP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevserokê xwe giştî Keskîn Bayindir da û got: “Hûnê kurdekî ku li ber faşîzma we serê xwe bitewîne û paşve gav biavêje nebinin.”
Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber berdewam bikin û got: “Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”