STENBOL – 88 Xelatagirên Nobelê yên ku piştgirî dan "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan, nameya ku nivîsandine ji hemû saziyên navneteweyî yên ku Tirkiye endamê wan e û ji Serokkomar Erdogan re şandin.
88 kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine, mohra xwe danîn binê nameyekê ku piştgiriyê dide "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan.
88 kesayetên ku ji qadên cuda Xelata Nobelê wergirtine ji saziyên navneteweyî û Serokkomariya Tirkiyeyê re nameyek şandin ku tê de piştgiriyê didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd û di heman demê de fikarên xwe yên li ser şert û mercên girtîgehê yê 26 salan anîn ziman.
Kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê ev tişt gotin: "Di demekê de ku li cîhanê şer giran bûye, banga rêzdar Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ji bo gelên herêmê bûye ronahiyeke hêviyê."
Kesayetên ku mohra xwe danîn binê nameyê, têkildarî doza Abdullah Ocalan rexne li saziyên navneteweyî kirin û gotin: "Saziyên Ewropayê yên pêwendîdar û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hewldaneke bi wate nîşan nedan". Di anmeyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bikin ku biryara sala 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî wergirtiye û berpirsyariya li ser bicihanîna 'mafê hêviyê' pêk bînin.
DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
Bi vê nameyê re kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine cara sêyemîn tevlî doza Abdullah Ocalan dibin. Di nameyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku di mijara parastina mafên Ocalan de bikevin nava liv û tevgerê û bi van gotinan piştgirî ji pêvajoya aştiyê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan re hate dayin:
"Banga rêzdar Ocalan xwedî ruhê aştî, xwişk û biratiyê ye ku Alfred Nobel bi xurtî destnîşan kir. Weke kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine em vê hewldanê nas dikin û piştgiriya wê dikin. Di çarçoveya jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê de, rêzdar Ocalan ku lîder û nûnerê siyasî yê rewa yê gelê Kurd e divê azad bibe û destûr jê re bê dayin ku bi rengekî tam beşdarî pêvajoya aştiyê bibe; ev yek jî tê wê wateyê ku karibe bi rengekî serbest têkiliyê bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên vê pêvajoyê re dîne."
Du xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams (1997) û Shirin Ebadi (2003) pêşengî ji vê hewldanê re kirin. Willims destpêka vê salê di hevpeyvînekê de bi van gotinan bal kişandibû ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan: "Em, ku rewşa wî demeke dişopînin, bêguman hêvî dikin ku Tirkiye bersiveke erênî bide, guh bide banga wî û şert û mercên tevlîbûnê biafirîne." Williams got, "Ew bi xwe lîderê tevlîkar ê vê pêvajoyê ye û di heman demê de pêwîstî bi ewlekariya wî heye."
Williams têkildarî têkoşîna mafên gelê Kurd got:"Di cîhana îro de weke ku em dibînin tenê qirkirin û nefret heye... Û Ocalan bi nîşandan helwesteke bi vî rengî re xwest aştiyê bi pêş ve bibe, ku ev yek cihê îlhamê ye."
Name ji hemû saziyên navneteweyî yên Tirkiye endamê wan e re hate şandin. Di nava van de Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Komîserê Mafên Mirovan, Serokê Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) cih digirin. Her wiha ji hemû endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re jî nameyek hate şandin. Ev komîte wê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a têkildarî Ocalan û Tirkiyeyê ya 25’ê Îlonê dibare nîqaş bike.’’
Nameyek din a duyemîn jî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ê ku hem bi bicihanîna biryarên AIHM’ê yên têkildarî doza rêzdar Ocalan hem jî ji berdewamkirina pêvajoya aşitiyê û serkeftina wê gelekî berpirsiyar e re hate şandin.