Erdogan û Pûtîn hatin gel hev
- polîtîka
- 14:06 22/10/2019
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî geşadanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat gel hev.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî geşadanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat gel hev.
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pêkir û wiha got: "Ev dîrok ne tesadufî ye. Ev berdewama komploya navdewletî ye. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava ya di pêşengiya stratejî û paradigmaya Ocalan de pêş ket tasfiye bikin. "
Siyasetzan Dr. Zafer Fehmî Yoruk ku qewimînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin, ji bo DYA'yê got, li pêyî armanceke stratejîk e û dixwaze ji Rûsyayê re ji dêvla baxçeyekî gulan, baxçeyekî bi distrî, artêşa tirk û artêşa cîhadîst, bihêle.
Rêxistina HDP'ê, binçavkirina Hevşaredarên HDP'ê yên Amed. Peyas, Karaz û Bismilê şermezar kir û diyar kir ku wê li dijî xespa vîna gel têkoşîna rewa ya hiqûqî, demokratîk û sivîl mezin bikin.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bertek nîşanî operasyona li dijî hevşaredaran da û got: “Desthilatdarî dixwaze tola xwe ji gelê kurd, HDP û hilbijartinê bigire.” Olûç, mûxalet rexne kir û wiha bang kir: “Niha ne dema bêdeng mayînê ye.”
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî li hevkirina Tirkiyê û Amerîka de peymana Dolmbahçeyê bibîr xist û got: “Çi dibe bila bibe divê êdî Tirkiye QSD’ê bike muxatabê xwe.”
Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul têkildarî biryara agirbestê axivî û got: “Heta dagirkeriya leşkerî ji Sûriyê bi temamî neqede nayê wê maneyê ku pirsgirêk çareser bûye. Dixwazin axa Sûriyê pêşkêşî Tirkiyê bikin.”
Wezareta Karên Hundir, xala 127'emin a Destûra Bingehîn ku derbarê ji peywir girtina şaredaran a ji ber 'sûcê peywirê' de ye tehrîf kir û dadgehê xapand. Wezaretê, parast ku Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ji ber 5 lêpirsînê ku beriya peywirê lê hatine vekirin dikare ji peywirê bê girtin.
Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay, diyar kir ku hesapê şaş ji Rojava vegeriya û got: “Em agirbestê girîng dibînin. Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkeve.” Kûbîlay bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û bilêv kir: “Destên xwe yên dijî tudî ji ser şaredariyên me rakin.”
Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku AKP ji bo emrê xwe dirêj bike, Tirkiye dixe nava şerê kor û wiha got: "CHP jî her dem ji bo AKP’ê bûye piştek."
Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay ku êrîşên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandên, got: "Li vê erdnîgariyê çareserî bi Birêz Abdullah Ocalan pêkan e." Her wiha Gunay, destnîşan kir ku wê kurd bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi ser bikevin.
Hevdîtina Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence bi dawî bû. Pombeo Erdogan tawanbar kir
Partiyên Kurdan li Enqereyê bi CHP, HDP û Endamên Yekîtiya Ewropa re hevdîtin kir. Endamê heyeta partiyên Kurd û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetulah Aşîtî, diyar kir ku CHP jî li dijî operasyonan e. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî bal kişand ser yekîtiya Kurd û wiha got: "Eger em di 2013’an de di xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a li Başûrê Kurdistanê bi ser ketibûna, wê îro li dijî Kurdistana Sûriyeyê û Kurdistana Başûr ew qas êrîş pêk nehatina."
Parlementerê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, bilêv kir ku wê ev agir bi Tirkiyeyê jî bikeve û got, Tirkiye ne bi eciqandina kurdan, ancax bi rêya diyalog û lihevkirinê dikare ji nav çirava li Sûriyeyê derkeve.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewldanên dagirkirinê ne û got: “Ev hewldana dagirkirina Tirkiyeyê ne meşrû ye. Lê vê yekê ji bîr nekin, gelê kurd baş dizane li dijî vê faşîzma we têbikoşe.”