Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
- polîtîka
- 14:34 11/4/2024
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya cejnê çû serdana Şaredariya Sêrtê û wiha got: “Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin. Hûn bi ser ketin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya cejnê çû serdana Şaredariya Sêrtê û wiha got: “Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin. Hûn bi ser ketin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên “Dîrok li ser sindoqê nehatiye nivîsandin. Bila her kesê aqilê xwe bîne serê xwe.” da û got: “Nîşandana çareseriya derveyî sindoqê bawerim ji hêla kesê ji her kesî re dibêje darbekar ve bi xeletî hatiye gotin."
Sekreterê Giştî yê Partiya Îyiyê yê berê Aytun Çiray ji bo Meral Akşener a ku gotibû dê dev ji serokatiya giştî berde wiha got: “Pêwendiyên wê bi Erdogan re hebûn û li gorî planê xwe ji Maseya 6 Ling vekişand.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz, dewleta tirk a îxracata hin berhemên ji welatê wan re bisînor kir, sûcdar kir ku peymanên bazirganiyê bi awayekî yek alî bin pê kirine û wiha got: “Em ê bi heman awayî bersivê bidin.”
DEM Partî dê bi boneya Cejna Remezanê di çarçoveya bernameya cejnê ya di navbera partiyan de dê serdana CHP’ê, DEVA’yê, Gelecekê û Seadetê bike.
Şaredariya Pinarbaşiyê CHP’ê bi dest xist lê hilbijartin lê hatin betalkirin û dê hilbijartin di 2’yê hezîranê de jinûve bên kirin. Heta roja hilbijartinê Cîgirê Waliyê Qeyseriyê Omer Tekkeş weke qeyûm hate tayînkirin.
Di kampanyaya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, 3 milyon û 699 hezar îmze hatin komkirin.
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku bi encamên hilbijartinên herêmî re Tirkiye ketiye serdemeke nû ya diyalogê û derfetên siyaseta demokratîk û azadîxwaz berfireh bûne. Kurkçu got: "Berpirsiyariya me ew e ku em herî dereng heta sala 2028'an serdema AKP'ê bi dawî bikin."
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî hilbijartinên li Qersê axivî û wiha got: “Bi hilbijêrên veguhestî re li Qersê vîna gel hate xespkirin û qeyûm tayînî sindoqan hate kirin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Me got; ‘yên pirsgirêka kurd çareser nekin dê ji hev belav bibin.’ Yên ku dixwestin bi kurdan bidin windakirin, welêt winda kirin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di mitînga bicoş a bitevlibûna hezaran kesan li Misircê hate lidarxistin axivî, îşaret bi muxatabiya pirsgirêka kurd kir û got: “Çareserî birêz Abdullah Ocalan e. Çi dikin bila bikin, cihê ku dê biçinê Îmrali ye.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di mitînga Milazgirê de axivî, diyar kir ku serkeftina gel a di hilbijartinê de dê tecrîdê rake. Sirri Sakik jî wiha got: “Divê gel bi awayekî xurt hêza xwe di sindoqê de nîşan bide.”
Leyla Zana ya li navçeya Cizîrê di hevdîtina bi gel re de axivî, bi gotina: “Cizîr cihê Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Orhan Dogan û Mehmet Tûnç e. Em hêza xwe ji we digirin” banga xwedî derketina sindoqan li gel kir.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, derbarê hilbijartinên herêmî de bi gotina “Çavên me sond xwarine, qet ranazên” vîdeoyeke nû parve kir.
Tuncer Bakirhan ê di mitînga Wanê de axivî, wiha got: “Tu partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin bi ser nakevin. Gel di Newrozê de ji bo çareseriya meseleya kurd weke navnîşan Îmrali nîşan da û got ‘Birêz Ocalan muxatabê meseleya kurd e.’”