COLEMÊRG – Welatiyên ku di di hevdîtina gel a li Zozanên Keprê de axivîn û bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan. Welatiyê ku axivî got: “Êdî bila zozan, çiya û deştên me neyên qedexekirin.”
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Navçeya Geverê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya “Aştî û Civaka Demokratîk” de xebatên xwe didomin. Hevdîtinên ku di çarçoveya ravekirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Tîrmehê ji bo gel, berdewam dikin. Vê carê bi bêrîvanên ku li Zozanê Keprê yê berî demekî qedexeya wê hatibû rakirin, re hevdîtin pêk hat.
‘DIVÊ JI BO AŞTIYÊ TÊKOŞÎN BÊ DAYÎN’
Li qada ku pankarta “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” hatibû daliqandin de, Hevserokê DEM Partî yê Navçeya Geverê Ercan Sevmez wiha axivî: “Mebesta hatina me ya vir a sereke axafina têkildarî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Dewleta Tirk in. Ev hevdîtin ji bo çi tên kirin, lewra şerê ku bi salan e li ser vê axê rû dide, divê êdî bi dawî bibe. Ev şer tenê bi guftûgo û mizakereyê ve dikare bê rawestandin. Hûn hemû baş dizanin ku ev çiya, kevir, deşt û rûbar şahide vî şerî ne. Divê êdî aştî bê vê erdnîgariyê. Ji bo vê divê hemû gel têbikoşin.”
‘BILA QEDEXEYÊN ZOZANAN BI DAWÎ BE’
Welatiyên ku hatibûn zozanan, piştî axaftina Sevmez daxwazên xwe anîn ziman. Welatiyê ku diyar kir ku divê êdî xwîn nerije got: “Em naxwazin zarokên her du gelan jî li van çiyayan bimirin. Bila êdî zozan, çiya û deştên me neyên qedexekirin. Em dixwazin pezên xwe bi awayeke azad bibin zozanên xwe.”
BALKIŞANDINA LI SER AZADIYA OCALAN
Bêrîvanekê li zozanan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya hemû girtiyên siyasî kir û got: “Daxwaza me ya herî mezin bidawîbûna şer e. Em êdî azadiya Rêberê xwe, ya wekîl û zarokên xwe dixwazin.”
Hevdîtin bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ve bi dawî bû.