Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
- rojane
- 10:45 23/6
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Bi şerê Îsraîl û Îranê re zextên li ser gelê rojhilatê Kurdistanê jî zêde bûn. Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin.
Hevserokê Şaxa EMO'yê ya Amedê Ûfûk Bûlût ê ku di nava koma lêkolîna şewata Pîranê de cih girtibû, diyar kir ku bi îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rojeva sereke ye û ji bo lidarxistina kongreyê banga berpirsyartiyê li her kesî kir.
Li gundê Kiwextê yê Êzidiyan qereqol tê avakirin. Ji ber çêkirina qereqolê, darên welatiyan ên li gund tên birîn.
DFG’ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Kesîra Onen û Selman Çîçek wek hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin.
Nûnerên Kampa Mexmûrê ku 37 roj berê ji hêla Iraqê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Piştî DYA’yê li tesîsên nukleerê yên Îranê xistî, Tehranê li dijî Îsraîlê du caran bi fuzeyan êriş kir. Îsraîlê qada xwe ya hewayî girt.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şandin û gotin ku her hewldan dê wan bêhtir nêzî çareseriyê bike.
Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê îktîdar sererastkirinên hiqûqî û îdarî bike. Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû jî ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gavên divê dewlet û îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd biavêjin şênber in û got: “Divê girtiyên siyasî bên berdan û biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ji konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” re peyam şand û got: “Em di wê baweriyê de ne ku divê zimanê tê bikaranîn hêviyê bide. Axaftina ser aştiyê, daxwazkirina aştiyê û avakirin aştiyê berpirsyartiya me tevan e.”
Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut têkildarî şerê Îran-Îsraîlê ji AW’ê re axivî û got ku şer ji çar qonaxan pêk tê û ji bo rewşa Kurdan jî got: “Rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn baş e û divê Kurd bi serwextî tevbigerin.”
Di hevdîtina ÎHD’ê ya “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” ku di roja duyemîn de didome, li ser “nexşerêya pêkanîna aştiyê” nîqaş hatin kirin.