Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin

img
AGIRÎ-  Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, mewlûd hate dayin. 
 
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li mala malbata Daştan a li navçeya Giyadîn a Agiriyê mewlûd hate dayin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên bajêr, Hevşaredarê Giyadînê Adnan Dogan, xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek kes beşdarî mewlûdê bûn.  
 
Mewûd bi Kurdî hate xwendin û piştre ji bo rojnamegeran dua hatin kirin. Piştre jî di mewlûdê de xwarin hate dayin.