Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin

img
STENBOL - Der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de îdianame hate amadekirin û jê re 7 sal cezayê hefsê hate xwestin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de îdianame amade kir. Di îdianameyê de bi îdiayên “Kesên li dijî terorê têdikoşin hedef girtiye”, “Heqaret” û “gefxwarinê” ji 2 salan heta 7 sal û 4 mehan cezayê hefsê hate xwestin. 
 
Di îdianameyê de her wiha hate xwestin ku Îmamoglû ji mafên xwe yên memnu bêpar bê hiştin.