Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
- jin
- 14:07 02/11/2023
Platforma Jinan a Edeneyê, aşkere kir ku li bajêr 5 jê biguman 21 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin.
Platforma Jinan a Edeneyê, aşkere kir ku li bajêr 5 jê biguman 21 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin.
TJA’yê diyar kir ku tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Gultan Kişanak dîl tê ragirtin. Divê tavilê were berdan.”
Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê da. Turkoglû diyar kir ku Kobanê, çirûska serhildan û têkoşîna jinan e û wiha got: “Li Kobanê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin û dê tu êriş û tu hêz nekarin Kobanê têk bibin.”
Yildiz Kayalar û dayika wê Sultan Şahîn diyar kirin ku zilamek li gundê ji gundê wan gefa kuştinê li wan dixwe û tevî ku serî li emniyete dane jî tu tiştek nehatiye kirin.
Jinan diyar kirin ku di serî de tecrîd, çareseriya hemû krîzan xeta Rêya 3’yemîn e û anîn ziman ku dê pêşêngtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin.
Jina ciwan Armîta Girawend a li Îranê di encama êrişa polîsan ketibû komayê û duh jiyana xwe ji dest dabû li Tehranê hate veşartin.
TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” li Amedê bi mijara tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist.
Siyasetmedarên jin ê Botanê ê der barê kampanyaya ku TJA'ê daye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet pêwîstî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye û gotin: "Îro dewlet dixwaze ku li damarê civakê bimije û bihelîne. Polîtîkayeke pir zirav dide meşandin û heta nava malên me jî hatiye. Em ê van polîtîkayan teşhîr bikin. Ev sedsal sedsala Jin Jiyan Azadiyê ye."
TJA'yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de li Mêrdînê kargeha perwerdeyê li dar xist.
Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan diyar kir ku dê li dijî zîhniyeta mêr-dewletê ya di şer de li ser teşhîrkirina bedena jinê propagandaya siyasî dike têbikoşin û wiha got: “Bedena jinê, qada şer nîne.”
Tevgera Jinên Azad ji bo ku balê bikişîne bikaranîna tiryakê û fuhûşê yên her ku diçe zêde dibin li navenda Îdirê belavok belav kir.
Di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li Şirnexê civîn hate lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku israra Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê didome û hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe.
Kamber Yildiz, birayê Necla Yildiz a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ku berdana wê hat astengkirin, anî ziman ku bi van pêkanînan jin hedef tên girtin.
TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li dijî şerê li Rojhilata Navîn, li Baxçeyên Hewselê darên “aştiyê” çand.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo edîtora rojnameya Xwebûnê Naîfe Bal ku binçavkirî ye bang kir û xwest ku were bedan.