Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
- jin
- 16:21 08/3/2024
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên Serhedê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek bajarên Serhedê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak xwest ji bo xebatên hilbijartinê wêne bikişîne lê daxwaza wê nehate qebûlkirin.
Li navçeya Akdenîzê di şahiya ku jinan bi boneya 8’ê Adarê li dar xist de, peyama “em ê bi hêrsa xwe pergala mêr têk bibin” hate dayîn.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji şahiya 8’ê Adarê ya Wêranşarê re peyam şand û wiha got: “Wek fizîkî nebe jî dilê me bi we re ye.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê di mitînga 8’ê Adarê ya li Êlihê de axivî û got ku jinên kurd nîşanî hemû dinyayê dan bê ka jiyaneke wekhev û birûmet çawa dibe. Turkoglû, wiha got: “Em ê bi ser kevin, jin dê bi ser kevin, civak û gelên Rojhilata Navîn dê bi ser kevin.”
Namzeta Hevşaredariyê Songul Duzgun a li Depê di şahiya ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Em peyhatiyên Berîtan, Sara û Arîn Mîrkanan e. Em ê bi hêza ku me ji hezar jinan girtiye bihêztir bin.”
Jinên ku di 8’ê Adarê de bûn yek deng, wiha gotin: “Em dest ji jiyan, maf, beden, nasname, bajar û kargehên xwe bernadin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de axivî û wiha got: “Em ê li hemberî siyaseta şerê taybet a ku li Kurdistanê di meriyetê de ye serî netewînin.”
Hezaran jinên tev li mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê bûne, wêneyên jinên hatine qetilkirin hilgirtin. Di axaftinên hatine kirin de ev peyam hate dayîn: “Dê serkeftin ya jinên li dora felsefeya 'jin, jiyan, azadiyê' bûne xelek be.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de axivî û got ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka kurd were çareserkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mitînga 8’ê Adarê ya li Cizîrê de axivî û diyar kir ku ew amade ne ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi rêjeyeke zêde ya dengan bi ser kevin. Dogan, wiha got: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de bersivê bidin serokkomarê Tirkiyeyê.”
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna deh hezaran jinan dest pê kirin.
Girtî Halîse Aksoy a ji mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyonê bi awayekî bicoş tê lidarxistin re peyam şand, wiha got: “Sûcê min xwedî derketina lawê min û aştiyê ye. Zilmê qebûl nekin û netirsin.”
Jinên ku Qada Stasyonê ya Amedê tije kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan dan û daxwazên xwe diqîrin.
Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê mitîngeke bicoş hat lidarxistin. Jinan di mitîngê de peyama “Em di jiyana azad de biisrar in” dan.