NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev di roja 4’an de didomin. Her du aliyan jî bi fuzeyan tesîsên ceyranê, petrol û pîşesaziyê hedef girtin.
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de bi êrişa bombeyî ya Îsraîlê dest pê kiribû, di roja 4’an de didome. Îsraîlê, li Tehranê tesîsên hilberandina fuzeyan û rampayên avêtina fuzeyan hedef girt.
Êrişên bi fuzeyan ên Îranê jî berdewam in. Li gorî daneyên serwîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê Stêrka Dawûd a Sor ku di saetên şevê de parve kir, di serî de bajarên Hayfa û Tel Avîvê, gelek jîngehên li herêmê, tesîsên enerjiyê û avahiyên cemaweriyê bi fuzeyan hedef hatine girtin.
Fuzeyên balîstîk ên ji hêla Îranê ve tên avêtin, li bajarê Hayfayê li santraleke enerjiyê ket. Piştî êrişa bi fuzeyan, li herêma ku tesîsên ceyran, petrol û pîşesaziyê heye teqîn çêbû.
Li gorî Ajansa Serwîsa Lezgîn a Neteweyî (Magen David Adom/MDA), di encama êrişên bi fuzeyên balîstîkî yên Îranê, li navenda Îsraîlê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 74 kes jî birîndar bûn.