MÊRDÎN - Serokê Federasyona Komeleyên Suryan Evgîl Turker, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan di nava gelên Suryan de kelecanek ava kiriye û got: "Em piştgiriyê didin pêvajoyê."
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên xwefesixkirinê ya PKK’ê û berdana çekan, ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk di nava gelek derdoran de hêviyek ava kiriye. Hêviya ku di nava civakê de çêbûye di hevdîtinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de jî xuya dibe. Hevdîtin di çarçoveya ravekirina pêvajoyê, guhdariya daxwaz û bendewariyan gel û daxwaza piştevaniyê tên kirin. DEM Partî û DBP'ê duh li Midyad a Mêrdînê bi gelê Suryan re hevdîtin kir û nûnerên Suryan peyamên piştgiriyê dan.
Serokê Federasyona Komeleyên Suryan (SUDEF) Evgîl Turker, nêzikatiya gelê Suryan ya li dijî pêvajoyê, daxwaz û bendewariyên wan anî ziman û ji bo gavavêtinê bangî dewletê kir. Turker, destnîşan kir ku gelê Suryan bi sedan sal in bi Kurdan re dijîn û ji bo vê yekê banga Abdullah Ocalan wan pir eleqedar dike. Turker, diyar kir ku Suryanên berê xaka xwe terikandibûn dest bi vegerê kirine. Turker, rave kir ku Suryan gotina Ocalan, pêvajoyê, birêvrbirina pêvajoyê meraq dikin û got: “Di 2013-2015’an de gelê Suryan, piştgirî da pêvajoya çareseriya demokratîk. Lewre civaka Suryan dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Salên 2013-2015 ji bo vegera wan hêviyek çêkir. Lêbelê bûyerên rû dan hêviya wan şikand. Suryan xwedî li ax û çanda xwe derdikevin. Îro banga Aştî û Civaka Demokratîk kelecanek çêkiriye. Hêviyek û bendewariyek heye. Nexasim bendewarî û hêviya wan ji rêzdar Ocalan heye. Lewre rêzdar Ocalan nas dikin. Rêzdar Ocalan di her axaftina xwe de di her perspektîfa xwe de behsa Suryanan dike. Ev yek baweriyek di nava Suryanan çêdike. Ji bo vê ji pêvajoyê pir bi hêvî ne.”
‘EM DIXWAZIN PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ’
Turker, destnîşan kir ku gelê Suryan jî dixwazin bibin parçeyeke pêvajoyê û komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin bila nûnerên Suryan jî cih bigrin û ev tişt anî ziman: "Ez nizanim dê rêxistinên saziyên civakî jî di nava komîsyonê de cih bigrin an na. Lê wekîleke me yê Suryan heye. Em dixwazin ew wekîlê me di komîsyonê de cih bigre. Divê Suryan daxwazên xwe bînin ziman. Suryan dixwazin bibin parçeyek vê pêvajoyê. Em wek federasyon jî ne parçeyê pêvaojê ne. Daxwazên me ji bo vê yeke heye. Ger siberojê de destûra bingehîn bê guhertin divê Suryan jî cih bigrin. Em bi gelê xwe yê li dîasporayê û yê li Turkiyê re dixwazin beşdarî vê pêvajoyê bibin.”
‘EM LI SÛRIYEYÊ BI SER KETIN DÊ LI VIR JÎ BI SER KEVIN’
Turker, diyar kir ku ger destûra bîngehîn mafê çand û zimanê her kesî nas bike dê Tirkiye bi ser bikeve û wiha pê de çû: “Gelê Suryan li Sûriyê di bin sîwana modela neteweya demokratîk a rêzdar Ocalan de aram in. Bûn şirîkê rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Kurd û Ereb di her mijarê de wekhev in. Suryan heta îro li wir bi wekhevî jiyan. Ev jiyan li vir jî pêkan e. Gelê Suryan ev yek baş dît û dizanin. Ji ber vê yekê qîmetê didin paradîgmaya rêzdar Ocalan. Ji bo ev paradîgma li vir jî serwer be em wek Suryan dê ked bidin. Dê Kurd ked bidin. Jiyana bi hevre gelek girîng e. Em li Sûriyeyê bi ser ketin dê li vir jî bi ser kevin.”
‘BÊYÎ DERENGÎ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Turker, diyar kir ku berpirsiyariyên dewletê hene û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan ev gav avêt. PKK’ê Kongreya 12’mîn li dar xist. Biryara xwefesixkirinê da. Ji gotina Ocalan dernakevin. Di vê mijarê de berpirsiyariya xwe bi cih anîn. Berpirsiyariya dewletê jî heye, divê gav biavêje. Nexasim rêzdar Serokkomar Erdogan, rêzdar Devlet Bahçelî, bila rayadarên dewletê pişgiriyê bidin vê pêvajoyê. Min kesên ku dixwazin dewletê parçe bikin an dabeş bikin li dora xwe nedîtî. Siyasetmedarên ku li girtîgehan de ne, rêzdar Selahattîn Demîrtaş, parlamenter û şaredarê divê serbest bên berdan. Dê ev gav bibe nîşaneya niyeta baş. Guhertinên ku divê di zagon û destûra bingehîn de bên kirin hene. Divê bêyî derengî gav bên avêtin. Îro ne fermî be jî em şerê Îsraîl-Îranê dibinin. Dê bandorê li ser vê erdnîgariyê jî bike. Herî pir jî dê Tirkye jê bandor bibe. Divê ji bo çareseriyê demildest gav bên avêtin. Dereng nemînin. A herî rast bila niha gav biavêjin."
MA / Ahmet Kanbal