ENQERE - Nedîm Yilmaz ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û 32 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “poşman nîne” cara 8’emîn hate taloqkirin.
Nedîm Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin û 32 sal in di girtîgehê de ye, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve cara 8’an hate astengkirin. Yilmaz, di 18’ê Tebaxa 1993’yan de hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbetê lê birî. Cezayê Yilmaz di 29’ê Tîrmeha 2023’yan de xelas bû.
Tehliyeya Yilmaz ji wê dîrokê ve 7 caran ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve dihat taloqkirin. Lijneyê, di 28’ê Gulanê de der heqê Yilmaz de nirxandin kir û got ku cezayên disiplînê yên Yilmaz nînin û biryara “ji hêla şiklî ve başhal e” da. Lijneyê, ji hêla esasê ve jî nirxandin kir û bi hinceta cezayên disiplînê yên di demên berê de jê re hatibûn dayin û mayina Yilmaz a li qawîşa girtiyên di heman çarçoveyê de hatine girtin, biryara “Poşman nîne” da. Lijneyê, tehliyeya Yilmaz heta 3’yê Îlona 2025’an taloq kir. Bi vê biryarê re tehliyeya Yilmaz cara 8’emîn hate taloqkirin.
XIST ROJEVA MECLISÊ
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan mijar xist rojeva Meclisê. Di serlêdana ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclisê de hate gotin ku niha 33 girtiyên heman rewşa Yilmaz dijîn li Girtîgeha Boluyê tên ragirtin.
Di serlêdanê de hate gotin ku girtî li qawîşên ji hêla îdareyê ve hatine destnîşankirin dimînin lê ji ber mayina wan a li van qawîşan tehliyeyên wan taloq dike. Bi domdarî wiha hate gotin: “Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, vê pergala odeyê ya ku wan bi xwe ava kiriye, li dijî girtiyan bi kar tîne. Mayina bi hikûmxwarên rêxistinê re, vê rewşa ku bi temamî encama sepana îdareyê ye, weke ku tercîha girtiyan be digire dest û nirxandina ‘Ji bo tevî civakê bibe amade nîne’ dike. Lêbelê ev rewş ne bi destê girtiyan e, encama biryarên îdarê ye. Li hêla din, heke îdareya girtîgehê mayina girtiyan a li heman qawîşê weke rewşeke fikaredar bibîne, ji xwe xwedî wê rayeyê ku biguherîne.”
Bi domdarî di serlêdanê de hate xwestin ku komîsyon biçe serdana Yilmaz û girtiyên din ên di heman rewşê de û têkildarî mijarê rapor were amadekirin. Di serlêdanê de hate xwestin ku Wezareta Dadê jî were agahdarkirin û der heqê endamên lijneyê yên ev biryara behsa xeberê dane de lêpirsîna îdarî were destpêkirin.