AMED - Di çalakiya ji aliyê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ve ji bo kesên ji Ber Qanûna Rewşa Awarte bandor bûne hat lidarxistin de banga "Di zûtirîn demê de divê şer bi dawî bibe, aştî were welat" hat kirin.
Çalakiya 134'emîn a Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) ku her hefte bi dirûşma "Biryarname biçin, em ê bimînin" li ber AZC Plaza ya taxa Ofîsê pêk hat. Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Salîha Zorlû bal kişand ku şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe û bal kişand ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de. Salîha Zorlû got, "Mixabin weke gelên Rojhilata Navîn em hêvî û bendewariya aştiyê dikin, kûrbûna şer a dewam dike me eleqedar dike. Divê ev şer di zûtirîn demê de bi dawî bibe û aştî were welat."
Serokê Sendîkaya Karkerên Gelemperiyê ya Enerjî û Madenê (ESM) Serdar Keskîn got, "Em ê serî li ber biryarên kêfî û ne hiqûqî netewînin." Keskîn, neheqiyên ku kesên ji roja hatine îxrackirin heta niha bi Rewşa Awarte ji kar hatine dûrxistin rêz kir û wiha got: "Divê dosyayên hemû hempîşeyên me yên ji ber sedemên ji aliyê hiqûqî ve ji kar hatine dûrxistin û ti biryareke dadgeriyê ya dawî nîne ku pêşî li xizmeta wan a sivîl bigire, bêyî ti cezayan bi encam bibe û hemû hempîşeyên me yên heta roja îro ji wezîfeyê hatine dûrxistin, bi hemû mafên xwe re tavilê ji nû ve bên wergirtin. Heta kedkarê dawî yê cemaweriyê yê ji kar hatiye derxistin vegere ser wezîfeya xwe, em ê têkoşînê bidomînin."
Çalaki bi berzkirina dirûşma; ‘Bijî berxwedana karkeran’ bi dawî bû.