NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xizmên windayan de ji bo kujerên Mehmet Siddik Baysal, Hamît Pamûk, Mehmet Emîn Ayhan û Îsa Gok bên aşkerakirin bang hat kirin.
Çalakiyên ku her hefte ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin an jî hatine qetilkirin û diyarkirina kiryaran, berdewam dikin.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 179 'emîn de li Geverê li Kolana Hunerê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartên "Faîl diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hatin vekirin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Kiryarên Mehmet Siddik Baysal ê ku di 7'ê Hezîrana 1994'an de li herêma Doskî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin hat pirsîn.
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê Ozan Akbaş diyar kir ku Baysal li herêma Oremarê bi sewalvaniyê re mijûl bûye û piştî Baysal di 7'ê Hezîrana 1994'an de ji mala xwe derket, malbata wî 4 rojan nekarî pê re têkiliyê deyne û got, "Malbata wî serî li emniyetê da. Ji wan re hat ragihandin ku kesekî bi navê Baysal nehatiye binçavkirin. Lê belê gundiyan ragihandin ku li herêma Oremarê operasyoneke mezin tê meşandin û Baysal ê li herêmê bû bi wesayîta leşkerî hatiye binçavkirin û birin, gelek şahidên vê bûyerê ne.” Akbaş da zanîn ku cenazeye Baysal piştî 4 rojan di çalekê de hatiye dîtin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
AMED
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakî li darxistin. Di çalakiya vê hefteyê de akûbeta Bijîjk Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hat pirsin. Mehmet Emîn Ayhan di 10’ê Hezîrana 1992’yan de li pêşiya mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin. Kedkarê tenduristiyê Hamît Pamûk jî di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliye hin kesên bi rûpoş ve hatibû kuştin.
Destpêkê segreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman axivî û diyarkir ku li erdinîgariya wan şer her diçe zêde dibe û got: “Em hêvîdar in ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê destpêkiriye ji bo hemû Rojhilata Navîn bine mînak.” Dû re Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen çîroka Mehmet Emîn Ayhan parvekir û got: “Mehmet Emîn Ayhan ê ku di sala 1954’an de li Nusibînê hatibû dinyayê li Nexwrşxaneya Dewletê ya Sîlvanê wekbijîşkê pispor dixebitî. Mehmet Emîn bi kesayeta xwe ya welatparêz dibû alîkarê gel û bi gel re diyaloga wî xurt bû. Ji aliyê gel ve dihat hezkirin û di nav gel de kesekî rêzdar bû. Bi vê sekna xwe bala Hizbullahê kişand û bû hedef.”
Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Berfîn Elçiyê jî çîroka Hamît Pamûk parve kir û got: “Hamît Pamûk ê di sala 1961’ê de li navçeya Kulpê ya Amedê hatibû dinê li Nexweşxeneya Zanîngeha Dîcleyê wekî teknîsyenê rontgenê dixebitî. Hamît Pamûk di heman demê de faaliyetên sendîkal dimeşand. Bi têkilî û diyalogên xwe yên jidil ên bi gel re bibû sedem ku ji aliye gel ve bê hezkirin. Ji ber vê kesayeta xwe ya rêzdar bû hedefa hêzên tarî. Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên di sala 1993’yan de dema danezana 1’ê Gulanê dixwend rastî gefxwarinên polisan hatibû. Di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê li sek kolana Kedê ji aliye sê kesên bi rûpoş ve hate kuştin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Çalakiya xizmên windayan di hefteya 689'emîn de li Êlihê berdewam kir. Di çalakiya li ber Baroya Êlih de pankarta bi nivîsa 'Windayan bibîne, kiryaran dadgeh bike' hat daliqandin. Tevî Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Aqubetê Îsa Gok ê ku di Hezîrana 1994'an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn.
Çalakiya xizmên windayan ya li Êlihê jî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.