MÊRDÎN - Şîna Îslam Çelîk ku cenazeyê wî piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Endamê HPG’ê Îslam Çelîk (Dilsoz Sarya) di 11’ê Tebaxa 2019’an de li çoltarê navçeya Kemahê ya Erzînganê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin. Malbata Çelîk, ji Çelîk li mala xwe ya li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn danî.
Şîna Çelîk bi girseyî tê ziyaretkirin û malbata Çelîk jî got ku ew ê xwedî li bîranîna zarokê xwe derkevin.
Şîna Çelîk dê sibe bi dayina mewlûdê bi dawî bibe.