ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û got: “Her gava di hêla hiqûqî, demokrasî û wijdanê de tê avêtin, hêviya ji bo aştiya civakî mezin dike.”
Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li Meclisê bi boneya 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan, têkildarî rewşa zarokan daxuyanî da. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku heta niha bi dehan zarokan ji ber pirsgirêka Kurd jiyana xwe ji dest dane û got: “Di bin panzeran de hatin eciqandin. Nîhat Kazanhan, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz tenê çendek ji van zarokan e. Li gorî daneyên ber dest, niha 759 zarokên temenê wan di navbera 0-6’ê de tevî dayikên xwe di girtîgehê de ne.”
‘MA HÛN LI BENDA MIRINA GIRTIYÊN NEXWEŞIN?’
Bi domdarî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtîgeh, veguherîne malên mirinê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 11 mehên ewil a sala 2024’an; 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Zerdeşt Oduncu yê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Şaban Kaygusuz ê li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê tê ragirtin, Civan Boltan, Selver Yildirim, Soydan Akay ên li Girtîgeha Tîpa F a li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin, pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijîn. Mehmet Emîn Çam 73 salî ye û rewşa wî giran e. Di serê wî de tîmor heye ku roj bi roj mezin dibe. Guh bidin dengê girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ku rewşa wê giran e. Ji ber ku li ser navê bi sedan girtiyên nexweş vê diqîre; ‘Bikevin nava tevgerê, ma hûn li benda mirina me ne? Dengê me bibihîzin.’ Ez jî li ser navê girtiyên nexweş bang li îktîdara AKP’ê û partiyên muxalefetê dikim; bikevin nava tevgerê. Ma hûn li benda mirina wan in?”
‘ENCAMA NEÇARESERIYÊ YE’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku di demeke qala aştiya civakî tê kirin de paşguhkirina tiştên li girtîgeha diqewimin “paradoks” e û wiha pê de çû: “Bi hezaran girtiyên îro li girtîgehan dîl hatine girtin, encama neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Girtîgeh, di çareseriya pirsgirêka Kurd de di astekî krîtîk de ye. Ji bo vê, hewcehî bi dilovaniyeke bêdawî nîne, tekane daxwaza wan rejîmeke înfazê ya li gorî rûmeta mirovahiyê û metnên hiqûqî yên gerdûnî ye.”
‘GIRTÎGEH EYNEYA DEWLETÊ NE’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava gel de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Em nikarin rewşa girtîgehan paşguh bikin ku encameke biêş a pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku girtîgeh, ji her alî ve eyneya dewletê ye. Bi taybet jî divê ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran demildest gav bên avêtin. Ji bo vê jî divê ATK ne li gorî helwesta siyasî, divê li gorî hiqûq û wijdanê tevbigere. Gavên ji bo hiqûq, demokrasî û wijdanê tên avêtin, hêviya aştiya civakî mezin dikin. Lewma divê Mafê Hêviyê bê cîbicîkirin û ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin.”