NAVENDA NÛÇEYAN - Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja bi pileya 6.2’yê ya li Sîlîvriyê got: “Ev fay, fayeke girtî ye û enerjiyê kom dike. Hişyarî pê divê.”
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur, têkildarî erdheja Sîlîvrî ya Stenbolê ya bi pileya 6.2’yê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Gorur, got: “Saet derdora 12’an li Sîlîvriyê bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû. Di zona faya Kumburgazê çêbû. Ev fay, fayeke girtî ye û enjeriyê kom dike. Bi demê re erdhejên biçûk lê çêdibin. Cihê wê watedar e, hişyarî pê divê. Faya Kumburgazê enerjiyê kom dike.”