ENQERE - Welatiyên li Enqereyê dijîn ji bo pirsgirêka kurd ku li bendê ne di demek herî kin de çareser bibe îşaret bi girîngiya parlementoyê kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştgiriya ji bo bangoê dewam dikin. Welatiyên li Enqereyê dijîn bal kişandin ser zerara aborî û civakî ya ji ber pevçûna bi salan e dewam dike û bal kişandin ser pêwîstiya çareseriya pirsgirêka Kurd.
'HEMÛ BANGÊN OCALAN AŞTIYÊ TÎNE ZIMAN'
Welatiyê bi navê Mehmet Dûymaz destnîşan kir ku peyamên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê ne û wiha got: "Abdullah Ocalan ev 26 sal in di girtîgehê de ye. Di hemû bangên xwe de ji mirovan re qala aştiyê dike. Qala mafên gelê Kurd dike. Eger wê aştî pêk were, divê bi zimanê dayikê be. Kurd bi salan rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hatin, lê gavek jî bi paş ve neavêtin. Divê ev ziman bijî."
‘JI BER PEVÇÛNAN ABORÎ ZIRARÊ DIBÎNE’
Welatiyê bi navê Îsrafîl Kaya da zanîn ku ji Erziromê ye, bi salan e li Enqereyê dijî û dema li Erziromê dima li gundê wan Kurd hebûn, bi hev re dijiyan û wiha got: “Demên bere red, înkar û asîmîlasyon hebû. Nedihiştin mirov bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ji ber qedexeyê dayik nekaribû bi zarokên xwe re biaxive. Li vî welatî bi milyonan Kurd hene, divê pirsgirêkên wan bên çareserkirin, azadiyên demokratîk û takekesî pêk bên. Lazim e daxwazên gel li ber çavan bên girtin. Ji ber pevçûnan aborî zirarê dibîne. Çavkaniyên vî welatî belasebep tên tunekirin. Çiya û baniyan bombe dikin. Her tim pevçûn û alozî hene. Ev pere ji bo çi tên xerckirin? Hemû ji bêrika me derdikeve.”
'DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD LI PARLAMENTOYÊ ÇARESER BIBE'
Welatiya teqawît Yildiz Aslan bal kişand ku divê di demek herî kurt de pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û ji bo çareseriya bi biratî ya vê pirsgirêkê divê rê bê vekirin û wiha got: "Hêvîdarim wê agirbest pêk were û em ê weke bira bijîn. Ji bo her du aliyan jî; wê ji bo ciwan, dayik û me hemûyan baş be."
Tûgçe Unal diyar kir ku divê mirov cihêkariyê nekin û wiha axivî: “"Divê pirsgirêka Kurd li Parlamentê bê çareserkirin. Divê ev pirsgirêk li Parlementoyê û di nava gel de bê çareserkirin. Bi qasî ku hemwelatiyekî Tirk dikare bibe karmend, divê welatiyekî Kurd jî bibe karmend. Eger pêvajo bi vî rengî bimeşe û cihêkariyê nekin, em dikarin bibin xwedî dostanî û biratiyeke gelekî baş."