WAN - Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, di dozê de ku ji ber îtîraza wan a li dengdêrên li derveyî bajêr hatin darizandin, beraat kirin.
Derbarê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ên ku di 15'ê Sibatê de li şûna wan qeyûm hatibû wezîfedarkirin û endamê DEM Partiyê Mûhsîn Firat ji ber banga wan a beriya hilbijartina 31'ê Adara 2024'an li hilbijêrên derveyî bajêr kiribûn, doz hatibû vekirin.
Danîşîna dawî ya dozê bi îdîaya "binpêkirina qanûna li ser xalên bingehîn ên hilbijartinê û qeydên hilbijêran" li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Wanê pêk hat. Hevşaredar û Mûhsîn Firat tevlî danîşînê nebûn.
Dozger ji bo her sêyan beraet xwest. Heyeta Dadgehê biryara beraetê da.