AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi wesîleya Roja Rojnamevanên Kurd bi rojnamevanan re hatin gel hev.
Midûriyeta Şaxa Parastina Ziman a Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi minasebeta 22 'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li Navenda Kongreyê ya Çand Amed malovanî ji rojnamevanên bajêr re kir. Di bernameyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, Hevşaredarên Rezan, Sûr, Peyas û gelek kedkarên çapemeniyê amade bûn.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li çalakiyê axivî û bibîr xist ku Roja Rojnamevanên Kurd weke dîroka weşandina rojnameya Kurdistan a Mîktad Mîdhat Bedirxan tê qebûlkirin. Serra Bûcak da zanîn ku 12'emîn salvegera rojnamegeriya rojnamegerên Kurd e û wiha got: "Ji rojnameya Kurdistanê heta kovara Hawarê, ji rojnameya Yenî Ulke heta Azadiya Welat, ev dîrok gelekî dirêj e. Ev kar ji bo me hemûyan pîroz e. Gelek kes û malbatên ku vî barî girtine ser milê xwe hene. Bi kedeke mezin xebitîn û heta roja îro gelek ked dan. Yek ji van malbatan jî malbata Bedîrhan e. Heta roja îro gelek berdêl hatine dayîn. Ev fedakarî nayên jibîrkirin. Ji Mûsa Anter heta Gûrbetelî Ersoz û heta roja îro hemû xebatkarên çapemeniyê û hûn şopdarên vê kevneşopiyê ne. Îro bi vê minasebetê em 127 saliya weşandina rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê ji aliyê Miqted Mîdhat Bedirxan ve gelek kêfxweş in. Roja Rojnamegerên Kurd li me hemûyan pîroz be."
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir. Gulşen Ozer diyar kir ku çapemeniya azad bi berdêlên mezin hatiye vê rojê û got, "Roja kesên ku heqîqetê digihînin gel pîroz be."
Piştre bi endamên çapemeniya Kurd re li ser zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin.