STENBOL - Xwediyê Pirtûkxaneya Lîbertayê Şivan Zeren diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî zextên ser zimanê Kurdî ew ê kampanyaya “Pirtûkeke Tirkî bîne pirtûkeke Kurdî bistîne” didin destpêkirin. Zeren, got: “Di vê çarçoveyê de me ji bo zarokan 5 hezar û ji bo kesên sere jî 10 hezar pirtûk amade kirine.”
Xwediyê Pirtûkxaneya Lîbertayê ya li Taxa Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê Şivan Zeren, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî dê kampanyayê bide destpêkirin. Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî dê kampanya were destpêkirin û yên pirtûkên bi Tirkî tînin dê bikarin bi pirtûkên bi Kurdî pev guherînin.
Şivan Zeren, têkildarî kampanyayê axivî.
JI EWIL TÊGIHIŞTIN
Zeren, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên ser zimanê Kurdî û got: “Bi zanebûna xwe dikarî li dijî vê têbikoşî. Ji ewil zanebûn piştre hebûn. Heke zana nebî, ziman jî nayê fêmkirin. Hin kes bi zimanê xwe diaxivin lê fikr û ramanên wan yên îktîdarê ne. Çima? Ji ber zanîn tune ye. Ciwanên Kurd piranî bi Tirkî dixwînin lewma êdî zimanê xwe ji bîr dikin. Li hemberî vê rewşê em jî dê kampanyayê bidin destpêkirin ku yên pirtûkên bi Tirkî tînin dikarin bi pirtûkeke Kurdî pevguherînin.”
JI BO ZAROKAN 5 HEZAR Û JI BO KESÊN SERE JÎ 10 HEZAR PIRTÛK
Zeren, anî ziman ku di demên berê de jî kampanyayên bi vî rengî kirine û wiha pê de çû: “Ev kampanya 2 salan domiya. Eleqeyeke zêde bo kampanyayê hebû. Di van 2 salan de 10 hezar pirtûkên bi Kurdî bi yên Tirkî hatin pevguherandin. Armanca me ew e ku Kurdî têkeve her malê. Ji bo vê difikirîm û min biryar da ku vê kampanyayê bidim destpêkirin. Ji bo zarokan 5 hezar û ji bo kesên nû dest bi Kurdî kirin û xemxurên Kurdî jî me 10 hezar pirtûk veqetandine. Di kampanyaya berê de me bi rêya kargoyê pirtûk pev diguherandin lê ji ber mesrefên zêde em ê îcar bi kargoyê nekin. Lê dikarin pirtûkên xwe yên bi Tirkî bînin pirtûkxaneyê û bi yên Kurdî bidin guherandin.”
Zeren, got ku nifşê nû pir kêm hînî Kurdî dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê mijarê de gelek kêmasî hene. Gelek kes ne bi dîroka xwe dizane ne jî ji bo vê lêkolînekê dike. Lewma yên tên pirtûkxaneyê em ê pirtûkên dîrok û ziman pêşniyar bikin. Em ê kampanyayê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de kampanyayê bidin destpêkirin. Me pirtûkên xwe veqetandine. Yên ji niha ve tên pevdiguherînin hene. Lê em ê piranî di Gulanê de li ser bisekinin. Heke kesên ji barên cuda bixwazin pevguherînin, bi şertê ku heqê kargoyê bidin em ê bişînin. Dikarin ser înternetê xwe bigihînin me.
‘PIRTÛKA BI TIRKÎ BÎNE, PIRTÛKA BI KURDÎ BISTÎNE’
Ji bo ziman û dîroka Kurdî hewceye her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Em ê di salên pêş de jî vê kampanyayê bidomînin. Bila pirtûkên bi Tirkî yên xwendine bînin û bi yên Kurdî pevguherînin. Li şûna ku ew pirtûk li quncikekî bisekinin, Bandoreke Tirkî ya mezin li ser Kurdî heye. Ji bo em xwe ji vê bandorê xelas bikin, bila pirtûkên xwe yên bi Tirkî bînin û pirtûkên bi Kurdî bistînin. Bi qasî ji dest tê em ê ji gelê xwe re bibin alîkar.”
MA / Melîk Çelîk