NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê bi îdiaya “xerakirina ewlehiya neteweyî” 4 sal û 8 meh cezayê hefsê da lîstikvana Kurd Şohra Qemer.
Parêzerê aktora Kurd Şohra Qemer, Elî Şerîf Zade Erkanî ragihand ku li ser Şohra Qemer cezayê girtîgehê hatiye birîn. Erkanî, da zanîn ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 13’ê Nîsanê de li Şohra Qemerî ku ji Sineyê ye û li Tehranê dijî, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Hate diyarkirin ku aktora Kurd bi îdiayên “Piştgirîdayina Îsraîlê, belavkirina mijarên derewîn ji bo piştgirîkirina Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkdana ewlehiya giştî” tê sûcdarkirin. Parêzer Erkanî got ku wan li dijî biryarê îtîraz kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şohra Qmer di 5’ê Tebaxa 2023’yan de bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û 42 rojan li Girtîgeha Evînê ma. Piştre jî bi berdêl û bi awayekî demkî hate berdan. Beriya wê jî ji ber piştgirîdayina çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî’ bi 15 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.