ENQERE - DTP, BDP, HDP, CHP û MHP 23 sal in ji bo Newroz weke roja betlaneya fermî were ragihandin pêşnûme dan Meclisê lê AKP’ê tu caran negirt rojeva xwe. AKP’ê, piştî banga Erdogan bi vê boneyê pêşniyarqanûn da Meclisê.
Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 23 salên îktîdara AKP’ê de gelek caran ji bo Cejna Newrozê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn dan Meclisê. Lê AKP’ê tu caran ev pêşniyarqanûn negirt rojeva xwe. AKP’ê, niha jî ji bo Newroz bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê. Cara ewil AKP’ê pêşniyarqanûna DTP’ê negirt rojeva xwe. Piştre jî di sala 2008’an de MHP’ê, di sala 2009’an de CHP’ê û di 2010’an de jî Parlamenterê BDP’ê Akin Bîrdal bi vê boneyê pêşniyarqanûn da Meclisê. Ev pêşniyarqanûn, ji hêla AKP’ê ve hatin redkirin.
Piştre jî HDP’ê di sala 2015’an de bi heman boneyê pêşniyarqanûn pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Di sala 2016'an de Parlamenterê HDP’ê Kadrî Yildirim, di sala 2017’an de Parlamentera HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di sala 2018’an de Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di sala 2021’ê de Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç, di sala 2022'yan de Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û di sala 2023’yan de jî Parlamenterê HDP’ê Saît Dede bi vê boneyê pêşniyarqanûn da Meclisê. Lê AKP-MHP’ê ev pêşniyar qanûn red kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îsal jî ji bo Newroz weke roja betlaneyê ya fermî were ragihandin pêşniyarqanûn amade kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di 20’ê Adarê de pêşniyarqanûn da Meclisê û xwest 21’ê Adarê weke roja betlaneya fermî were ragihandin.
AKP a ku di tevahiya dema îktîdara xwe de ev pêşniyarqanûn red kirî, piştî Serokkomar Tayyîp Erdogan got “heke pêşniyarqanûneke di vê çarçoveyê de were em ê erê bikin”, pêşniyarqanûnek amade kir. Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Serkan Bayram piştî daxuyaniya Erdogan duh li Meclisê daxuyanî da û got ku ji bo 21’ê Adarê weke “Cejna Nevruzê” were ragihandin pêşniyarqanûn daye Meclisê.
AKP a ku dema CHP û MHP’ê pêşniyarqanûn dabûn Meclisê digot dê piştgiriyê bide, piştre ji vê biryara xwe geriya. Niha tê mereqkirin ka dê ji bo vê pêşniyarqanûnê çawa tevbigere.
MA / Mehmet Aslan