QERS - Jina bi navê Hazal M., li navçeya Cilawûzê ya Qersê ji hêla hevjînê xwe Emre M. ve hate qetilkirin.
Kesê bi navê Emre M. ku li gundê Çatakê Mezin ê girêdayî navçeya Cilawûz a Qersê dijiya, hevjîna xwe Hazal M. qetil kir.
Komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin û koman diyar kirin ku Hazal M. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Hazal M.’yê rakirin morga nexweşxaneyê. Faîl Emre M. ku li cihê bûyerê bû, ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.