AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Şafî Hayme ku 3 sal û nîvan bi girtiyê nexweş Soydan Akay re di girtîgehê de mabû, diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Soydan Akay li Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê ya li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê tê ragirtin û rewşa wî ya tenduristiyê giran e. Akay, di meha Adarê de 3 caran bi awayekî “lezgîn”, 4 caran kardiyalojîk û 3 caran jî ji ber gazinên krîza dil û tansiyonê rakirin nexweşxaneya kampusê. Di 26’ê Adarê de bi heman gazinan rakirin nexweşxaneyê. Nexweşxaneyê ji Akay re got “tansiyona bilind” û şand qawîşa yekkesî.
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) Şafî Hayem ku di sala 2012’an de hate girtin û 3 sal û nîvan tevî Akay di girtîgehê de mabû, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan.
‘DIVÊ DI HUCREYÊ DE NEBE’
Hayme, da zanîn ku li Amedê bi Akay re li heman girtîgehê mane û got: “Nexweşiyên wî yên weke penceşêrê û prostatê ji wê demê heta niha didomin. Kesên cezayê muebbeta girankirî lê hatine birîn di hucreyên yekkesî de tên ragirtin lê tevî Soydan Akay cezayê muebbetê lê hatiye birîn jî ev 8 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Rastî miameleyeke keyfî tê. Tevî krîza dil derbas kir jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Nexweşekî giran çawa di hucreya yekkesî de tê ragirtin û kesek pê re namîne? 3 caran krîza dil derbas dike û bi tenê bû. Ma edaletekî wiha dibe? Terkî mirinê tê kirin. An divê wî bidin qawîşê an jî girtiyek biçe cem wî. Ne tenê Soydan Akay, bi sedan girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. ‘Pêvajoyeke’ nû hate destpêkirin. Madem ev pêvajo hate destpêkirin, wê demê divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê gav bên avêtin. Nexwe baweriya kesekî bi pêvajoyê nayê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavek avêt, divê dewlet jî gavan biavêje.”
‘HEWCEYE HER KES XWEDÎ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ DERKEVE’
Hayme, got ku hewceye girtiyên nexweş tevek jî bên berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî ku cezayên wan xelas dibin jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên wan asteng dike. Hewceye girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Banga me ji bo wezîrê dadê, serokê meclisê û nûnerên partiyên siyasî ye; divê girtiyên nexweş rojek beriya rojekê bên berdan. Bila her kes xwedî li girtiyên nexweş derkeve. Divê girtiyên nexweş bi tenê neyên hiştin.”
MA / Mujdat Can