STENBOL - Li Qada Galatasarayê di çalakiya 1043’yemîn a Dayikên Şemiyê de, li kiryarên Hasan Ocak hatin pirsîn. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî dan.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û ji bo darizandina faîlan her hefteyê li Qada Galatasaray a Stenbolê tên ba hev. Parêzvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiya 1043’yemîn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan, hatin hildan. Di çalakiyê de faîlên Hasan Ocak hatin pirsîn ku di 21’ê Adara 1995’an de li Stenbolê di bin çavan de hate windakirin û piştre cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin.
Di çalakiyê de Îkbal Eren daxuyaniya çapemeniyê xwend û nerazîbûn nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da.
Îkbal Eren çîroka Hasan Ocak vegot û diyar kir ku ew ê Hasan Ocak ji bîr nekin.
Di dawiya çalakiyê de qurnefîl li qadê hatin danîn.