NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Dê hesabê vê bidin.”
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin. Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, bertek nîşanî biryara girtinê da û got: “Dê hesabê vê bidin. Dê nekarin pêşeroja van zarokan tarî bikin. Dema me dengê xwe dida biryar hate dayin. Duh li vî welatî weşana zindî nehate kirin. Televîzyon hatin reşkirin, siyasetmedar hatin girtin. Kenan Evren ev yek nekiribû. Dê hesabê vê bidin.”