NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava meha dawî de li Rojhilat û Îranê 15 jin hatin qetilkirin û 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Ajansa Nûçeyan a Jinê (NûJINHA) daneyên xwe yên têkildarî komkujiyên jinan ên li ser çapemeniya rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine parvekirin, weşand. Li gorî nûçeya ajansê, di nava mehekê de 15 jin û zarokek hatin qetilkirin û 2 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Daneyên di navbera 20’ê Sibatê û 20’ê Adarê de wiha ne:
20’ê Sibatê: Li Hemedanê jinek ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
20’ê Sibatê: Li Rizvanşehîrê jineke 40 salî ji hêla hevjînê xwe ve madeyên sotemeniyê hat qetilkirin.
24’ê Sibatê: Li Gorganê jineke ciwan ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
27’ê Sibatê: Li Taxa Bag Feyzê ya Tehranê jinek ji hêla kurê xwe ve hat qetilkirin.
28’ê Sibatê: Sakîne Meşhurî li navçeya Ferdîsê ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
1’ê Adarê: Jina ciwan Dalara Cehandîd li navçeya Cehrumê ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
1’ê Adarê: Zaroka 12 salî Fatîma Suleymanî ku li bajarê Hersînê dijiya û bavê wê hewl dida bi darê zorê bide zewicandin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
2’yê Adarê: Nasrîn Baranî ya 29 salî ku li Girtîgeha Îsfehenê dihat ragirtin û ji cînayetê hatibû girtin, hate bidarvekirin.
4’ê Adarê: Jineke 53 salî li Tehranê ji hêla kirêgirê xwe yê mêr ve hate qetilkirin.
4’ê Adarê: Zilamekî li navçeya Curkanê ya Hemedanê hevjîn, xesû û xwişka hevjîna xwe qetil kir.
6’ê Adarê: Li Mehşedê jineke nasnameya wê nediyar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
6’ê Adarê: Jineke 75 salî li Nakedê ji hêla kurê xwe ve hate qetilkirin.
7’ê Adarê: Zaroka 7 salî Liyana li Kerecê ji hêla hevjînê xaleta xwe ve hate qetilkirin.
8’ê Adarê: Zarokek 14 salî li ser Cadeya Abkuh a bajarê Meşhedê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
9’ê Adarê: Zahra Rafî ya 30 salî û dayika wê Şehîn Îbn Alî ya 50 salî li bajarokê Çermehîn a Lenjanê hatin qetilkirin.
16’ê Adarê: Mucgan Azerpîşe ya 31 salî û Kosar Bagernecad a 24 ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin û bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin, hatin darvekirin.
16’ê Adarê: Xwendekara 26 salî Esma Gazanferî di Cotmehê de li Yasucê ji hêla 7 xwendekarên li pola wê hate tecawizkirin û piştre jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
17’ê Adarê: Jineke Afgan a 23 salî ku li Tehranê dijiya û ducanî bû, ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin.
18’ê Adarê: Li Golpayeganê jineke 42 salî ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.