STENBOL - Gelê Stenbolê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi Qada Yenîkapiyê ve diherike.
Li Stenbolê dê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. Navnîşana pîrozbahiyê jî Qada Yenîkapiyê ye.
Qad, bi alên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Li qadê platformeke mezin hate avakirin. Li qadê pankartên mezin ên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî", "Newroza azadiyê pîroz be” hatin daliqandin. Her wiha li her du aliyên platformê du ekranên LED’ê yên mezin hatin danîn.
BI DIRÛŞMAN TÊKETIN QADÊ
Ji bo pîrozbahiyê çendek saet mane lê herikîna ber bi qadê ve didome. Welatî, ji du noqteyên cuda têdikevin qadê. Coşa welatiyên şal û berstuhkên kesk, sor û zer li xwe kirine, rê li ber dîmenên rengîn vekir. Bi hezaran kes diherikin qadê û welatî gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û "Jin, jiyan, azadî" berz dikin.
BERNAMEYA NEWROZÊ
Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat û Grup Praksîs dê derkevin ser dikê. Tê payin ku Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin di pîrozbahiyê de biaxivin.