MÊRDÎN - Li Qoserê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran ciwanan piştî pîrozbahiyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş li dar xistin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî pîrozbahiyê, bi hezaran ciwanan li ser Cadeya Nexweşxaneyê dest bi meşê kirin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Ciwan, heta Bûlwara Ugur Kaymaz meşiyan.