NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin.
Vê sibê Îsraîlê agirbesta bi Hemasê re xirab kir û êrîşeke berfireh li dijî Xezayê pêk anî. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezayê, di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku rayedarên jiyana xwe ji dest dane Serokê Yekîneya Şopandina Operasyonan a Hikûmetê Îsam El Dalis, Musteşarê Wezareta Edaletê Ahmed el Hîtte, Musteşarê Wezareta Karên Hundir Mahmûd Ebû Vatfe û Midûrê Giştî yê Rêxistina Ewlekariya Hundir Behcet Ebû Sûltan in.