ŞIRNEX - Ayşegul Ayaz a TJA’yî ku di Newroza Silopiyayê de axivî, anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan manîfestoya jiyana nû ya sedsala 21’emîn e û banga xwedîderketina li pêvajoyê li jinan kir.
Bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Newrozê hat lidarxistin. Li qadê pankarta “Em bi ruhê Newrozê xwedî li banga civaka demokratîk derdikevin. Newroz pîroz be” hate daliqandin. Jin, ciwan û zarokên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve herikîn.
QADA NEWROZÊ BI DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ OLAN DA
Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes beşdarî Newrozê bû. Ciwanên ku li ber dahol û zirneyê govend gerandin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Tevî gelek caran polîsan mudaxile û hişyarî kirin jî qada Newrozê di tevahiya rojê de bi dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê kevokên aştiyê firandin û hêvî kirin ku Newroza îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê.
'NEWROZ AZADÎ YE’
Ayşegul Ayaza a TJA’yî di pîrozbahiyê de axivî û têkoşîna jinan silav kir. Ayşegul Ayaz, diyar kir ku Mazlum Dogan li Zindana Amedê bi sê zilikê şixatê agirê Newrozê hil kiriye û ji wê rojê heta niha jî ew agir hemû cîhanê ronî dike. Ayşegul Ayaz, wiha domand: “Newroz, ji bo me Bêrîvan e, Rahşan e, azadî ye. Me ji vê dozê bawer kir, ev doz doza azadî û aştiyê ye. Îro bi milyonan kes li pey vê dozê ne.”
'MANÎFESTOYA JIYANA NÛ’
Ayşegul Ayaz, bi domdarî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û weke manînfestoya jiyana nû ya sedsala 21’emîn pênase kir. Ayşegul Ayaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê xwedî li vê bangê derkevin û bêhtir têbikoşin. Dema jin nerêxistinkirî bin li malê tê hefsîkirin, tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Azadiya jinan, azadiya civakê ye. Lewma divê em bêhtir têbikoşin. Em ê civaka demokratîk bi têkoşîna jinan ava bikin.”
Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez jî gel silav kirin. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku dê têkoşîna gelê Kurd bi xwe re destkeftiyên mezin bîne.
'BOTAN JI BO ÇARESERIYÊ AMADE YE’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî destnîşan kir ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe bingeha jiyaneke nû ava kiriye û wiha got: “îro dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê olan dide. Hûn xwedî li birêz Abdullah Ocalan derdikevin. Birêz Ocalan herî kêm 30 sal in ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê hewl dide rê û rûpeleke nû veke. Şert û merc çi dibin bila bibin tu caran dev ji têkoşîna aştiyê berneda. Botan xwişk-biratiyê û çareseriyeke mayinde dixwaze. Bi saya têkoşîna we ya herî kêm 50 salan re we tov li vê xakê çand û niha ew tov şîn bû, fêkî dide û divê hûn xwedî lê derkevin. Divê her kesên aştî û pêkvejiyanê diparêzin xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hate vêxistin.
Piştre jî hunermend Mûrat Demîr û koma muzîkê ya Eyşe Şanê derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.