COLEMÊRG - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di pîrozbahiya Newrozê ya Colemêrgê de axivî û wiha got: “Gelê Kurd tu caran serî li ber zilma wan netewand. Heke îro li Îmraliyê hevdîtin bên kirin, ev yek encama berxwedana birêz Ocalan û têkoşîna we ye.”
Li bajarê Colemêrgê Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" li Qada Otogarê ya li Taxa Tekserê hat pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdar bûn û rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê, li ber stranên Kurdî govend gerandin. Ciwanên qad tije kirin, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên bajar gel silav kirin û piştre peyamên Newrozê hatin xwendin.
‘DIVÊ TIRK JÎ XWEDÎ LI VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin. Zeydan, got: “Colemêrgê her tim pêşengtiya vê têkoşîna pîroz kir. Gelek zilm û zordarî li xelkê Colemêrgê kirin, zarokên wan qetil kirin û xistin zindanan lê gelê Colemêrgê tevî vê jî yek gav paşve neavêt. Ev Newroz, Newroza aştî û azadiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştiyê kir. Di encama vê têkoşîna we de gelê Kurd li her dera cîhanê hate naskirin. Ev bang ji bo me tevan destpêkeke nû ye. Weke gelê Kurd ku em daxwaza aştî û azadiyê dikin, divê em xwedî li vê bangê derkevin. Me beriya hilbijartinê got, heke em bibin yek dikarin gelek tiştan bi ser bixin. Em pir nêzî aştî û azadiyê ne. Gelê Kurd li her derê peyama xwe dide û dibêje ku her tim ji aştiyê re amade ye. Gelê Kurd çawa xwedî li vê pêvajoyê derkeve, divê bi heman awayî Tirk jî xwedî lê derkevin.”
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGA OCALAN’
Endama MYK’a DEM Partiyê Ozlem Gunduz jî wiha got: “Birêz Ocalan her kesî dike şirîkê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û em piştgiriyê didin vê bangê. Jinên ku li dijî polîtîkayên şer dibêjin ‘jin, jiyan, azadî’, heta ku aştiyê tînin tevahiya cîhanê dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heke aştiyek çêbibe ev yek dê bi keda dayikên me bibe ji ber ku herî zêde hûn aştiyê heq dikin. Em ê agirê Kawa vêxistî mezin ibkin. Ji vir em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”
‘TEVÎ EWQAS BEDELAN JÎ ME SERÎ NETEWAND’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “We tu caran serî li ber zilma bi dehan sala ye didome netewand. Heke îro li Îmraliyê hevdîtin bên krin, ev bi saya berxwedana birêz Ocalan û têkoşîna we ye. Gelê Kurd ev sed sal in ziman û çanda xwe diparêze. Kurd dabeşî çar parçeyan kirin lê dîsa jî dev ji van bernedan. Tevî ewqas bedelan jî serî netewandin û têkoşîna xwe mezin kirin. Gelek milet tune bûn lê Kurd hêj jî li vir in. Ev sed sal in em daxwaza aştiyeke birûmet û wekheviyê dikin. Dayikên me bi salan berê nedikariyan li kolanan bi Kurdî biaxivin lê niha hemû dinya Kurdan nas dike. Ev yek, serkeftina gelê Kurd e. Ez sekna gelê me pîroz dikim.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate hilkirin. Piştre Rûgeş Bazî û Azad Bedran derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.