NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên malbatê yên li gundê Berxbotan hatin qetilkirin gotin ku aziyên mafên mirovan li ku ne û divê teqez dewleta Tirk hesabê komkujiyê bide.
Di êrîşa ku bi şev li dijî gundê Berxbotan a bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat de dayik û bav û 7 zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser navê malbatê Cîhan Mistefa ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Yên hatin kuştin sivîl bûn. Zarok tevî dê û bavê xwe hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a qirker careke din komkujiyeke hovane kir" Cihan Mistefa anî ziman ku malbata hatiye qetilkirin ji bo debara xwe bikin li gund dijîn û wiha got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin êdî bes e ji van komkujiyên hovane re. Qaşo dewleta Tirk behsa aştiyê dike. Kîjan aştî?"
BERTEKA LI DIJÎ SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN
Edlê Hecî wiha axivî: "Di meha Remezanê de dilê me şewitandin. Dewleta Tirk li dijî gelê sivîl komkujiyeke hovane pêk anî. Çi ji sivîlan dixwaze? Saziyên mafên mirovan li ku ne? Li ber çavên we komkujiyên tên kirin hûn nabînin? Çima li hemberî van hovîtiyan bêdeng dimînin? Divê teqez dewleta Tirk hesabê van komkujiyan bide."