AMED - Dayika Aştiyê Sakîne Arat li Amedê bi beşdariya bi hezaran kesan hate oxirkirin.
Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku salên dirêj di eniyên herî pêş ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, di şeva 12’ê Adarê de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Sakîne Aratê, cenazeyê wê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate definkirin. Li gel Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên partiyên siyasî yên bajar û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes tev li merasîma definkirinê bûn.
DAYIKÊN AŞTIYÊ OXIR KIRIN
Piştî wecîbeyên olî, Dayikên Aştiyê darbesta Sakîne Arat hilgirtin ser milên xwe û bi dirûşma “Şehîd namirin” anîn goristanê. Dayika Aştiyê Muruvet Demîr di merasîma definkirina cenazeyê de axivî û got: “Daxwaza dayikê her tim aştî bû. Ew hesret di dilê wê de ma. Dilê me şewitî, bila tu dilên din neşewitin. Oxira xêrê be, oxira xêrê be.”
Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî wiha got: “Hêviya aştiyê di me de çêdikir. Xwezî çavên dayika Sakîneyê vekirî neçûya. Daxwaza wê aştî bû. Digot; ‘Dilê min şewitî, bila dilê tu dayikên din neşewite.’ Destê wê yê ji bo aştiyê hatibû dirêjkirin li hewa hate hiştin. Gorên du Dayikên Aştiyê li cem hev in, em bi tenê hiştin. Lê em ê têkoşîna wan bidomînin. Serê malbatê, serê me û gelê Kurd sax be.”
Ji bo Sakîne Arat li Mala Şînê ya Odabaşi Balê şîn hate danîn.