XARPÊT - Li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê agirê Newrozê hate vêxistin.
Li navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Navçeya Depê bajarê yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan e ku di 21’ê Adara sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zext û sepanên dermirovî bedena xwe şewitandibû. Siyasetmedar Gultan Kişanak, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên navçeyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Gelek welatî bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ser stranan govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
SAKÎNE ARAT HATE BIBÎRANÎN
Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamên Komîteya Amadekar a Newrozê cejna Newrozê ya welatiyan pîroz kirin. Hevşaredarên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogur û Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Bekir Polat axivîn. Polat, got: “Di hafizeya Kurdan de Dep xwedî cihekî girîng e. Bi Mazlumên xwe hebûna xwe domandiye. Lewma Dep ruhê vê têkoşînê ye. Piştî têkoşîn û kedeke mezin, em niha di pêvajoyeke dîrokî de ne. Hêvîdarim ev pêvajo bi xwe re aştî û azadiyê bîne. Polat, di berdewamê de Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi bîr anî.
ARÎFE YILDIRIM: BILA TÊKOŞÎNA ME BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ
Xwişka Mazlum Dogan, Arîf Yildirim jî wiha got: “Bila têkoşîna me bibe wesîleya aştiyê.” Arîfe Yildirimê êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê jî şermezar kir.
Piştre jî Koma Vejînê derket ser dikê.
Piştre jî parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar Gultan Kişanak û nûnerên partiyan bi dirûşma “Bijî Newroz” agirê Newrozê vêxistin.
Berfirehiya nûçeyê tê..