NAVENDA NÛÇEYAN - 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî ku li Îranê bi destûra demkî hatibû berdan û girtiyên siyasî bêşert bên berdan, bang kirin.
85 kesayet û parêzvanên mafên mirovan ên Xelata Nobelê wergirtine, ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û girtiyên siyasî belavokeke hevpar weşandin.
Di belavokê de wiha hate gotin: “Em weke kesayetên hêjayî Xelata Nobelê hatine dîtin ên ji çar aliyên cîhanê, dixwazin xwişka me Nêrgiz Mihemedî ya ku sala 2023'yan hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin bêşert û merc bê berdan. Nêrgiz ji ber 'têkoşîna li dijî zexta li Îranê ya li hemberî jinan û hewldanên teşwîqkirina azadiyê ya mafên mirovan' hêjayî vê xelatê hate dîtin û bû kesayeta pêncemîn ku li girtîgehê hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin.
Nêrgiz Mihemedî di Kanûna 2024'an de ji Girtîgeha Evînê ya Tehranê ku bi kiryarên xwe yên nebaş naskirî ye, bi destûra tibî ya demkî hate berdan. Lê belê azadiya wê hîn nediyar e ku di her kêliyê de dikare bê betalkirin. Em dixwazin ev destûra demkî veguhere azadiya mayinde. Berxwedana wê ji tevgereke navneteweyî re dibe çavkaniya sûdwergirtinê ku li azadî û edaletê digere.
Nêrgiz Mihemedî weke bi deh hezaran parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedarên muxalîf, hunermend, rojnamevan û aktîvîstên muxalefetê li rejîma Îranê dikin, bi sûcdariyên têgihiştina siyasî hate girtin. Mihemedî ku di sala 2016'an de hate girtin, di nava vê demê de li şeş dozên din rast hat û zêdeyî 13 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li girtîgehê jî dest ji parêzvaniya mafên jinan berneda û muxalefeta xwe ya li hemberî rejîmê dewam kir. Têkoşîna wê ya ji bo edaletê, ruhê berxwedana li dijî zilmê nîşan dide. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna wê ye; têkoşîna hevpar a her jin, girtiyên siyasî û dijberên zextê ye.
Di belavokê de hem ji bo Nêrgiz Mihemedî hem jî ji bo her kesên bi wêrekî li ber zextê radigin daxwaza edaletê hate kirin. Di dawiya belavokê de wiha hate gotin: “Em weke kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine, dixwazin ku Nêrgiz Mihemedî tavilê bê berdan.”
XWEDIYÊN XELATA AŞTIYÊ YA NOBELÊ
Kesayetên belavok îmze kirin ev in:
* Oscar Arias Sanchez (1987)
* Jody Williams (ABD, 1997)
* Şirin Ebadi (Îran, 2003)
* Leymah Gbowee (Liberya, 2011)
* Tawakkol Karman (Yemen, 2011)
* Kailash Satyarthi (2014)
* Malala Yousafzai (2014)
* Dmitry Muratov (Rûsya, 2021)
* Oleksandra Matviichuk, Seroka Navenda Azadiyan a Sivîl (Ukrayna, 2022)
XWEDIYÊN XELATA KÎMYAYÊ YA NOBELÊ
* Thomas R. Cech (1989)
* Martin Chalfie (2008)
* Aaron Ciechanover (2004)
* Johann Deisenhofer (1988)
* Gerhard Ertl (2007)
* Alan Heeger (2000)
* Richard Henderson (2017)
* Brian K. Kobilka (2012)
* Roger D. Kornberg (2006)
* Jean-Marie Lehn (1987)
* Michael Levitt (2013)
* Paul L. Modrich (2015)
* Richard R. Schrock (2005)
* Hideki Shirakawa (2000)
* Sir John E. Walker (1997)
* Arieh Warshel (2013)
* Sir Gregory P. Winter (2018)
XWEDIYÊN XELATA ABORIYÊ YA NOBELÊ
* Daron Acemoglu (2024)
* Claudia Goldin (2023)
* Sir Oliver Hart (2016)
* Guido W. Imbens (2021)
* Simon Johnson (2024)
* Finn E. Kydland (2004)
* Edmund S. Phelps (2006)
XWEDIYÊN XELATA WÊJEYÊ YA NOBELÊ
* J. M. Coetzee (2003)
* Elfriede Jelinek (2004)
* Herta Müller (2009)
* Orhan Pamuk (2006)
XWEDIYÊN XELATA TIPÊ YA NOBELÊ
* Harvey J. Alter (2020)
* Victor Ambros (2024)
* David Baltimore (1975)
* Elizabeth H. Blackburn (2009)
* Peter C. Doherty (1996)
* Andrew Z. Fire (2006)
* Carol W. Greider (2009)
* Leland H. Hartwell (2001)
* Jules A. Hoffmann (2011)
* H. Robert Horvitz (2002)
* Sir Michael Houghton (2020)
* Tim Hunt (2001)
* Barry J. Marshall (2005)
* Craig C. Mello (2006)
* Edvard Moser (2014)
* May-Britt Moser (2014)
* Sir Paul M. Nurse (2001)
* Ardem Patapoutian (2021)
* Stanley B. Prusiner (1997)
* Sir Richard J. Roberts (1993)
* Gregg L. Semenza (2019)
* Jack W. Szostak (2009)
* Drew Weissman (2023)
XWEDIYÊN XELATA FÎZÎKÊ YA NOBELÊ
* Alain Aspect (2022)
* Barry Clark Barish (2017)
* J. Georg Bednorz (1987)
* Andre Geim (2010)
* Sheldon Glashow (1979)
* Geoffrey E. Hinton (2024)
* Gerardus ‘t Hooft (1999)
* John J. Hopfield (2024)
* Takaaki Kajita (2015)
* Wolfgang Ketterle (2001)
* Ferenc Krausz (2023)
* Anne L’Huillier (2023)
* John C. Mather (2006)
* Michel Mayor (2019)
* Gerard Mourou (2018)
* Konstantin Novoselov (2010)
* Giorgio Parisi (2021)
* Roger Penrose (2020)
* William D. Phillips (1997)
* H. David Politzer (2004)
* Donna Strickland (2018)
* Kip Stephen Thorne (2017)
* Robert Woodrow Wilson (1978)
* David J. Wineland (2012)
* Anton Zeilinger (2022)
SAZIYÊN KU PIŞTGIRÎ DANE
* Nobel Women’s Initiative
* PEN America
* Narges Foundation.”