ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got: "Eger pêvajoyek were destpêkirin, divê beriya her tiştî girtiyên nexweş bên berdan."
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû çav çûn ser desthilat û dewletê. Piştî vê bangê PKK di daxuyaniya xwe de ragihand ku agirbest îlan kiriye. Ji ber vê yekê piştî banga Abdullah Ocalan hemû bala raya giştî çû ser gavên berbiçav ên desthilatê. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang li desthilat û dewletê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Li gorî daneyên sala 2021’ê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); li girtîgehan herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji wan nexweşînên wan giran in. Li gorî daneyên heman saziyê di 9 mehên sala 2024’an de herî kêm 50 nexweş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane.
Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Mehmet Şerîf Demîr di vê çarçoveyê de nirxandin kir û diyar kir ku neberdana girtiyên nexweş biryareke siyasî ye.
‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'
Demîr bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Ji bo xwedîderketina li pergaleke tenduristiyê em daxwaza xwe ya li her derê ji bo mafê dermankirina bikalîte, wekhev, azad û mafê dermankirina bi zimanê zikmakî tînin ziman. Ji bo ku ev daxwaz bên bicihanîn, beriya her tiştî divê aştî were van xakan. Tenduristî mafekî destûrî ye û ji bo ku her kes ji vî mafî sûd wergire, dewlet mecbûr e ku vî mafî bide. Her wiha em hewl didin ku pirsgirêkên girtiyan bînin ziman. Di pergala heyî de ji ber nexweşiyên kronîk ên girtiyên nexweş gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Divê ev kes di girtîgehê de nemînin da ku bigihêjin mafê xwe yê destûrî yê tenduristiyê. Nexweş û girtiyên siyasî ji ber nêzîkatiya siyasî ya heyî bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin. Li gorî raporên nexweşxaneyê. Em baş dizanin ku ev rewş ji nêzîkatiya siyasî ne serbixwe ye. Ger ku pêvajoyek dest pê bike divê pêşî girtiyên nexweş bên berdan."