RIHA - Hevala zarokatiyê ya Abdullah Ocalan Elîf Bîndalê diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku hevalê xwe li Amarayê bibîne.
Bandora banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê didome. Li ser banga çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku ew ê vê bangê bi cih bînin û ji 1'ê Adarê ve agirbest îlan kir. Bi van geşedanan re, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî her diçe zêde dibe.
Elîf Bindalê (76) ku hevala zarokatiyê ya Abdullah Ocalan e û li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê dijî, li bendê ye ku li Amarayê bi Abdullah Ocalan re ku nêzî 50 sal in wî nabîne, hevdîtinê bike. Elîf Bindal ku hevala zarokatî û têkoşînê ya Abdullah Ocalan û xwişka Hasan Bindal (Hamza) ye ku di encama komployekê de hat qetilkirin, li ber mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye axivî û diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan li Amarayê bibînin.
Elîf Bîndalê diyar kir ku gelê kurd heta îro bedelên mezin dane û zilm û zordariyeke mezin li wan hatiye kirin û got: “Kes şer naxwaze. Her kes aştiyê dixwaze. Aştî her tim xweş e. Em hêvî dikin ku demildest were. Êdî bila dê û bav hêsiran nebarînin. Divê ciwan nemirin. Mal û gundên me hatin şewitandin. Lê ger aştî çêbibe, dê her kes kêfxweş bibe."
BÎRANÎNÊN XWE VEGOT
Elîf Bîndalê anî ziman ku dema di televîzyonê de navê Abdullah Ocalan bihîstiye kêfxweş bûye û got: “Hêviya me ya herî mezin ew e ku em wî li vir, li Amarayê bibînin. Em dixwazin ku ew demildest were vir."
Elîf Bindalê li ser bîranînên xwe yên zarokatiyê yên bi Abdullah Ocalan re jî wiha got: “Dema ez zarok bûm min bi Serokatî re lîstik dilîst. Em li pişt mala me kom dibûn û dilîst. Li pişt mala me zeviyek wan hebû. 3-4 sal ji me mezintir bû. Carinan min didît wa li nava zeviyê pirtûkê dixwîne. Li bin darekê rûdinişt û bi saetan dixwend. Ew dihat mala me û ji dêya min av dixwest ku darên zeviyê av bide. Wî û birayê min ê şehîd Hemze li Cibinê dixwend. Bi hev re çûn dibistanê. Wêneyên wan bi hev re hene. Her tim Apo ji xwe re mînak digirt. Wî her kesî li dora xwe dicivand. Piraniya wextê xwe li derveyîg und derbas dikir. Ji heywanan pir hez dikir. Bi taybetî jî çûkan û kewan hez dikir. Ez ji wan biçûktir bûm, lê hê jî gelek tişt tên bîra min. Li gund zarokek 13 salî hat zewicandin, tenê ew (Abdullah Ocalan) li ber vê zewacê rabûbû."
‘HER KES JI WÎ HEZ DIKE'
Elîf Bîndalê anî ziman ku Abdullah Ocalan her tim ji bo azadiya jinê têkoşiyaye û got ku bi felsefeya Abdullah Ocalan zextên li ser jinan kêm bûne. Elîf Bindalê diyar kir ku wê demeke dirêj li wêneyê Abdullah Ocalan ê dema banga dîrokî hatiye belavkirin mêze kiriye û got: "Tişta ku hat bîra min wêneyê wî yê ciwaniyê yê 50 sal berê bû. Di van 26 salên ku di girtîgehê de ye gelekî hatiye guhertin. Piştî gelek salan dîtina wî bextewariyek bêhempa da min. Her kes jê hez dike. Kesek ku jê hez neke tune. Beriya wê jin nedikarîn derkevin û biaxivin. Jin cuda rûdiniştin, mêr cuda. Lê bi saya wi jin îro li cihekî cuda ne. Navê biraziyê min Hesen e, navê birayê min ê şehîd e. Her du di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Agir, ter ü hışt tev de dışewıtine. Bila xwîn bisekine, bila dayik negirîn."
MA / Emrûllah Acar