DÎLOK – Jinan têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan nêrînên xwe parve kirin û diyar kirin ku ew dixwazin bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoya muzakereyê bibin.
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de îlan kir di rojevê de ye. Jinên Dîlokê têkildarî bangê nêrînên xwe anîn ziman.
Civaknas û akademîsyen Duygu Altinoluk, diyar kir ku pêvajoyên girîng ên wekî aştiyê bêyî jinan, ku jin nîvê civakê pêk tînin nikarin bên meşandin û wiha got: "Ne pêkane ku em bi rengekî ku jin lê bi cih negirin, nikarin çareseriyê pêk bînin û pirsgirêkeke civakê nîqaş bikin.” Altinoluk anî ziman ku li hemberî şer, aştî jinan di nava xwe de vedihewîne û divê jin di nava muzakereyan de cih bigirin û wiha got: "Di nava aştiyê de jin jî hene, lê dema mijar muzakere be, em jinan li ser maseyê nabînin."
Duygu Altinoluk da zanîn ku pêvajoyên aştiyê bi gelemperî bi perspektîfeke zilam-serdest tê meşandin û wiha dewam kir: "Dema di mekanîzmayên biryardayînê de serdestiya mêr hebe, xal her tim di têgehên zayendî de dewam dikin. Di dema muzakere û lihevkirina aştiyê de pêwîste wekheviya zayendî bê kirin û beşdariya jinan a li pêvajoyê bê pêşdîtin. Dema ku hûn jinan tevlî pêvajoya muzakereyê ya aştiyê dikin, ji xwe hûn ji cihekî wekhev û wekhevîxwaz nêzî wan dibin."
DAXWAZA JI BO CÎHANEKE AZAD
Akademîsyena femînîst Ozlem Turkdogan jî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna jinan li pêvajoyên muzakereyan û anî ziman ku jin her tim alîgirê aştiyê ne. Ozlem Turkdogan got ku divê jin wekhev tevlî vê pêvajoyê bibin. Ozlem Turkdogan diyar kir ku pêvajoyên pevçûnê herî zêde jinan dikin hedef û her ku diçe pêvajoya pevçûnê kûr dibe, kuştina jinan jî zêde dibe. Ozlem Turkdogan da zanÎin ku di destpêka pêvajoyên muzakereyên berê de ji ber pêşveçûnan di destpêkê de nerehet bûye û wiha got: "Divê were gotin ku ez gelekî bi fikar im. Ji ber ku li Tirkiyeyê kengî daxwaza aştiyê tê ziman, pêvajoyên gelekî tirsnaktir diqewimin. Ez vê bi fikar dibêjim. Divê em hemû bikaribin cîhaneke wekhev, azad, demokratîk, gelan bi hev re bijîn û bibin xwedî azadiya fikir û baweriyê ava bikin. Ji bo vê cîhanê divê jin bi awayekî wekhev di pêvajoyê de cih bigirin. Her ku jin bi hêz be û serî hilde baviksalarî xwe nû dike. Ji ber vê yekê, eger pêvajoyeke aştiyê hebe, ji bo bi awayekî herî tendurist, herî bê êş û nemir pêk were divê dengê jinan zêde bibe. Têkoşîna jinê, aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê teqez derkeve pêş û heta dê rê nîşan bide.”
‘DI AŞTIYÊ DE KES WINDA NAKE’
Endama Meclîsên Jinan a Dîlokê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) Elîf Şayîcî bal kişand ku pêvajoya nû ya hatiye destpêkirin ji bo hemû beşên civakê û bi taybet ji bo jinan girîng e. Elîf Sîlîçî destnîşan kir ku pêvajoyên şer û pevçûnan bedenên jinan dikin hedef û diyar kir ku şer wêrankirina aborî, ekolojîk û civakî jî bi xwe re tîne.
Elîf Soyleyîcî wiha got: “"Di vê wateyê de tişta ku em hêvî dikin ev e ku em bibin civakeke aştîxwaz ku ol, nîjad û zayenda mirovan neyê nîqaşkirin û çanda şîdetê pêş nekeve. Şer û pevçûn bandorê li hemû qadan dike. Hêviyên me pir mezin in. Em dixwazin ev welat demokratîk bibe. Di pêvajoyên aştiyê de kes winda nake.”
MA / Ceylan Şahînlî