STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di meha Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclisa Tenduristiyê û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora “Cînayetên Kar a Sibata 2025’an” eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Sibatê de herî kêm 121 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayin 4 jê zarok û 4 jî penaber in. Hat gotin ku 22 karkerên di karê veguhestinê de, 17 karkerên înşaet/rê, 13 karkerên çandinî/daristan, 12 karkerên bazirganî/buro û 10 karkerên metalê jiyana xwe ji dest dane.
Hat gotin ku herî zêde jî karkeran di qezayên trafîk/servîsan de jiyana xwe ji dest dan.