Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan

  • jin
  • 09:58 4 Adar 2025
  • |
MÊRDÎN – Jin di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin û bi têkoşîna xwe balê dikişinin. Jin li malê, zeviyê, li qadên çalakiyan, li girtîgehan têkoşîna xwe  didomînin. Huznugul Kalkan hêza xwe ya têkoşînê ji jinên berxwedêr digire.
 
Hüznügül Kalkan a 55 salî li gundê Barman a girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê neçar ma gundê xwe terk bike. Li hemberî ferzkirina cerdevaniyê gundê xwe terk kir û li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi cih bûn û li vir jî jiyana xwe ya wek gund  domandin. Lê li vir jî zextên dewletê dewam kir, li vir jî li hemberî zextên dewletê li ber xwe da. 
 
Huznugul Kalkan saetên serê sibê hişyar dibe, alifên hewyanan dide û pişre bi şîrê ku didoşe mast û penêr çêdike. Huznugul Kalkan geh li zeviyê çapa  dike geh paqijiya malê dike, xwarin çêdike û li aliyê din jî hewl dide bigihêje çalakiyên ku li kolanan tên lidarxistin. Beşdarî çalakiyên Dayikên Aştiyê dibe, tevli Meşa Azadiyê dibe, beşdarî pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê dibe û li aliyê din jî ji bo kurê xwe yê girtî Emrullah Kalkan ku li Girtîgeha Erziromê girtiye berê xwe dide Erziromê. 
 
 
Jiyana Huznugul Kalkan bi têkoşînê hatiye kemilandin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ajansa me re axivî.
 
PIŞTÎ KOÇBERIYÊ JIYANEKE NÛ
 
Huznugul Kalkan behsa jiyana xwe ya li gund dike û wiha dibêje: “Li gund jiyan cüda bû. Heywanên me hebûn, em li nava zeviyan dixebitîn, me pez diçêrand. Em zarok bûn, lê dîsa jî me her tişt kir. Me nedizanî bê ka westanbûn çi ye. Çi ji destê me dihat me dikir. Piştre li gundê me zilm û zordarî hate kirin. Leşkeran tim bi ser de digirtin. Em neçar man gund biterikînin. Em hatin vir. Li vir jî me ji xwe re jiyanek ava kir. Me erd kirî, heywan xwedî kirin. Me jiyana xwe li vir dewam kir." Huznugul Kalkan ku di Meclîsa Dayîkên Aştiyê de dixebite diyar kir ku piştî serê sibê rabûye û karê xwe dike tevlî xebatan dibe û wiha pêde çû: "Em nasekinin. Em bi hev re diçin çalakiyan û sersaxiyê dixwazin. Wê demê em dîsa karê xwe dikin. Em bi hev re dixebitin û hêzê didin hev.”
 
'TÊKOŞÎN ME ZINDÎ DIHÊLE'
 
Huznugul Kalkan got ku beriya her tiştî dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û diyar kir ku azadiya Kurdan bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Huznugul Kalkan, ku ji bo guhdarîkirina banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de çû Amedê wiha got: "Em bi kêfxweşî çûn Amedê. Pêwîst e Serok bi me re be. Ez bawer dikim ku dê her tişt baş bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Em ji hev hêzê digirin. Ji ber ku em heman êşê dikişînin. Her cara ku em hev dibînin, weke ku cara pêşî me hev dîtîem em hev hembêz dikin. Em hemû dibin yek. Bi saya vê têkoşînê em li ser piyan in. Bifikirin, zarokên me di girtîgehê de ne, em hemû dişibin hev. Em hemû ji hev dipirsin, em li rewşa zarokên xwe dipirsin, da ku em li hev xwedî derkevin. Ji ber hebûna girtiyên me em wan nas nekin jî, em bi malbatên din re dibin mîna malbatekê."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

13:22 Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin
13:21 Danîşîna doza Baroya Stenbolê dest pê kir
13:12 Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin
13:07 ÎSÎG: Di Sibatê de 121 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
12:47 GUNSÎAD: Divê gav bên avêtin
12:45 Tulay Hatîmogûllari di civîna koma jinan de diaxive ZINDÎ
12:17 Rapora DFG’ê ya meha Sibatê: Rojnamegerek hat qetilkirin û 8 jî hatin girtin
11:45 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:40 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:17 Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe
Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin
11:14 Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin
11:02 ‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’
10:36 MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne
10:33 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavan biavêje û agirbestê ragihîne
10:29 'Divê di pêvajoya muzakereyan de jin hebin'
09:58 Jiyanek bi têkoşînê kemilandî: Huznugul Kalkan
09:54 Jody Williams: Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetekî girîng e
09:40 Di banga dîrokî de 10 rojên krîtîk: Gelo dê dewlet gavan biavêje?
09:38 Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
09:06 Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin
09:05 Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin
09:04 Dixwaze hevalê xwe yê zarokatiyê Abdullah Ocalan li Amarayê bibîne
09:03 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên
09:00 ROJEVA 4’Ê ADARA 2025’AN
08:47 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
03/03/2025
21:59 Bahçelî di 27'ê Sibatê yeko yeko li endamên Şandeya Îmraliyê geriya
21:56 Gelê Cizîrê nobeda Tişrînê dewr girt
16:34 Rapora binpêkirinên mafan a girtîgehên Kirşehîrê: Dawî li binpêkirinên mafan bînin
16:00 Di doza tecawizkirina zarokê de bersûc nehate girtin
15:35 Girê Spî û Eyn Îsa tên bombebarankirin
15:30 Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
15:05 DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
15:03 Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
14:47 Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
14:36 Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
13:46 Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulistan Tara hate avakirin
13:34 GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
13:21 Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
13:06 KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
12:57 Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin