Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku çekan bêdeng bike û gavên şênber biavêje. 

Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran daxuyanî dan. 
 
RIHA
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Adalet Çay di daxuyaniyê de got ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajo du roj berê dest pê kir. Em bang li hemû dayikan dikin; bila ev şer êdî bi dawî bibe. Divê dewlet gavan biavêje. Bila êdî tu ciwan nemirin. Di serî de birêz Abdullah ocalan, bila hemû girtî bên berdan. Bila êdî dayik negirîn. Bila destê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Ji îro û şûnde divê êdî ne li ser şer lê li ser aştiyê were axaftin. Hewceye Meclis berpirsyartiya xwe bicih bîne. Em naxwazin tu kes bimire. Bila êdî kezeba dayikan neşewite.” 
 
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz jî bi bîr xist ku dayik bi sala ye ji bo aştiyê têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye em aştiyê dixwazin. PKK’ê agirbest ragihand. Divê dewlet jî çekên xwe bêdeng bike. Weke dayik em ne şer, aştiyê dixwazin. Bila êdî bihar bê. Em bang li dayikên leşkeran jî dikin; di navbera êşa me de ferq tune ye. Bila ew jî bibêjin ku aştiyê dixwazin. Werin em bi hev re vî welatî bikin gulistan. Bi sala ye bedelên giran hatin dayin. Em bi hev re bibêjin ji êşê re bes e.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Na ji şer re, aştî a niha” bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Dayikên Aştiyê Havva Kiran di daxuyaniyê de got ku ew piştgiriyê didin banga Îmraliyê û got: “Em dixwazin aştî were vê xakê. Em bang li her kesî dikin, rast nîne ku tenê aliyek şer bide sekinandin. Divê her du alî jî çekên xwe deynin. Ji Rojava heta Başûr, divê li her derê şer bisekine. Li cihê şer lê heye gul nayên çandin. Divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov ji bo sekinandina rijandina xwînê divê gav biavêjin û destê xwe deynin bin kevir.” 
 
Havva Kiran, wiha domand: “Di serê her kesî de nakokî hene. Li rexekî agirbest heye û li rexa din jî şer didome. Ev nayê qebûlkirin. Banga me ya ji bo dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ev e; şer bi yek alî nasekine. Qeyûm, girtin û qetilkirin heke bidomin, em nikarin bibêjin ‘pêvajoya aştiyê heye.’ Em bang li dayikên leşkeran dikn, ji vir û şûnde em dîsa darbestan hembêz nekin. Em hevdu bi çîçekan pêşwazî bikin û bi destên hev bigirin. Em careke din dibêjin, bila qeyûman bidin sekinandin û deriyên girtîgehan vekin. Em herî dawî dîsa dubare dikin, aştî, aştî, aştî.” 
 
MÊRSÎN
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî dan. Li gel dayikan, Parlamentera DE Partiyê Perîhan Koca jî tev li bû. Dayikekê desteya qurnefîlan a bi nivîsa “Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê destê xwe û gulan dirêjî hemû dayikên polîs û leşkeran dikin” da rojnamegerek a nûçe dişopand. Dayika Aştiyê Emîne Eren di daxuyaniyê de spasiya kesên piştgiriyê didin aştiyê kir. Emîne Eren, wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Ne dayikên polîsan ne jî yên leşkeran û dayikên Kurd, bila kesek negirî. Rengê hêsirên çavên dayikan heman reng e.” 
 
Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de dixwazin dewlet jidil be û xwest tavilê mercên aştiyê bên amadekirin. Tenzîle Baydar, got ku divê her du alî çekan bêdeng bikin û banga “Çekan bidin bêdengkirin” kir. 
 
 
 

Sernavên din

11:57 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 39,05 li gorî ENAG’ ê jî ji sedî 79,51 e
11:50 MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
11:37 ‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
11:19 Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
11:01 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê diaxive
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê - HATE NÛKIRIN
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket