ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo teşeya dawî bide “Nexşerêya” ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan, civiya.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir û nîqaşên li ser bangê didomin. DEM Partî, ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan, kete nava liv û tevgerê.
Hevserokên DEM Partiyê yên bajaran û endamên Meclisa Partiyê (PM) duh bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiyan. Piştî civîna ku di tevahiya rojê de domiya, “Nexşerêyek” hate amadekirin. Di civînê de ji bo teşeya dawî bide nexşerêyê, raye da Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK).
NEXŞERÊYA SERDEMA NÛ
MYK’a DEM Partiyê li avahiya partiyê ya li Buklumê civiya. Civîn dê di temamiya rojê de bidome û dê teşeya dawî bidin nexşerêya ji hêla PM’ê ve hatibû amadekirin. Nexşerêya ku dê MYK’ê biryarê li ser bide, dê di çarçoveya “siyaseta demokratîk a serdema nû” de be.
MA / Mehmet Aslan